Malper > Hereket > Metna Konseptê
Bi navê Xwedayê rehman û rehîm.
 
A - BI XETÊN SEREKE RIYA AZADÎYÊ
 
I - AZADÎ Wekî TerîmekAZADÎya ku mîrasa Tevgera 1925an hildgirtiye, bi talebkirina maf, dad û azadîyê wisa difikire ku peywendîyeka berbiçav di navbera fehma mewcûd ya umetîyê û kodên zîhnîyetî yên sîyaseta serdest de bi edetên hakim yên Kurdistanî ve nehatiye girêdan û endîşeya derdorên ku ji salên 1990an vir de berê xwe dane meseleya kurd û Kurdistanê ku wekî fikr tesewura wê di zêhn de pêk tê, îfade dike.
AZADÎ; bawer dike ku hemî meşreb, mezheb û fikrên ji hev cuda yên Kurdistanî bi xasîyetên xwe yên muşterek li dora xeta ku di navbera edetên sehîh yên Kurdistanê û îradeya dîrokî de ye bigihên hev û bibin xwedîyê mekaneka temsîlîyetê. AZADÎ, bi vî awayî hemî endîşeyên wan îfade dike û dixwaze hemî nakokîyên wan tenzîm û terbîye bike.
Hem di bîra ferdan de hem jî di bîra civatê de tiştê ku peyva AZADÎ pêşî tîne bîra meriv ev e; kurdistanîyên ku nekarîne di çarçoveya maf, dad û azadîyê de peywendîyeka rast di navbera sîyaseta serdest ku wan îdare dike û fehma umetbûnê de li gor edeta qedîm ku milîyet û dîyanetê digre nava xwe saz bikin, mekaneka wisa ye ku tevayîya van endîşeyan digre nava xwe.
AZADÎ wisa difikire ku wekî edet temayên mîlî û dînî yên Kurdistanê, sîyaseta serdest û fehma umetbûnê ku van temayan îdare dikin, nekarîne girêdaneka rast pê re girêbidin. Bitaybetî kurdistanîyên ku hesasîyeta wan a îslamî bilind e, endîşeyên wan û nakokîyên ku di encama van endîşeyan de çêbûne, ji ber wê girêdana ku nekarîye çêbibe, di rêveçûna xwe ya xwezayî de bi awayekî zerûrî derketiye meydanê.
Însanên ku bi eqlê xwe difikirin û dixwazin qabîlîyetên xwe yên mexsûsê xwe û hêza xwe di nav dînamîzmeka zindî de organîze bikin, AZADÎ ji bo kesên wisa pêwîstîya mekanekê tîne cih.
Wezîfeya pêşîn a AZADÎyê ev e, ji bo nakokîyên ku ji ber sunetulah bi awayekî zerûrî çêdibin li gorî terîman tenzîm bike, ji bo ku temsîlîyeta sîyasî ya van endîşeyan çêbibe, dixwaze bibe mekanek. Mekan hem “cih”ekî şênber e hem jî endîşeyên razber ji nakokîyan xelas dike; wekî adreseka xurt ji bo ku nasnameya sîyasî temsîl bike di hukmê partî de “hereketek” e. Çunkî ji ber însanên ku xwedîyê vê endîşeyê ne, hewceyîya Kurdistanê bi mekana AZADÎyê heye; heke nebe, yanî mekana AZADÎyê tune be jî dîsa dê Kurdistan her hebe.

II - AZADÎ Hewcedarîyeka Xwezayî ya Zerûrî
Zerûreta ku behsa wê dibe, bi awayekî xwezayî bi naverokekê ve derketiye meydanê. Unsûra sereke ku naverokê pêktîne bi temaya “girêdanê” îzeh bû. Naverok û nakokîyên ku bi awayekî xwezayî jê hasil dibin cardin divê bi awayekî xwezayî şeklekê bigirin. Ev qismê şekilgirtinê divê bikontrol û di nav hemahengîyê de bihê şuxulandin ku endîşe û nakokî vê carê hinek endîşe û nakokîyên din li gel xwe neynin û di mekanên cihêtir de cih negrin. Bi vî awayî diviyabû ku AZADÎ wekî mekana herî rast ku vê naverokê di xwe de hildigre û derdikeve meydanê, ji bo ku endîşeyan berhev bike û nakokîyan tenzîm bike divê biketana hereketê. Lewre AZADÎ, ne ku wekî projeya îdeolojî yan jî grûbek ji grûbên ku xwedîyê nîyeteka paqij yan xirab in, na, ji xwezaa cîhana hemcins û dîndaş ya ji derveyê xwe cihêtir ku kurd û Kurdistan têde ne, encama rewşeka ji vê cihêtir e. AZADÎ, ne projeyek e ku grûbekê îfade dike, na, mekaneka şênber ya terîmeka xwezayî ku rewşeka xwezayî ya razber îfade dike.

III - Reaksîyona Xwezayî û Zerûrî ya Hundirîn
Kurd, di însanîyetê de bi hemcinsên xwe re û di dîn de bi xwişk û birayên xwe re xwedîyê têkilîyeka ne rewa ne, vê têkilîya ku pêwîstîya rewşa wan a însanî û dînî texrîb kiriye, vê zerûrîyetê li gel xwe aniye. Ev pêwîstî, ji bo ku hem di nav kurdan bi xwe de hem jî di nav wan û cîhana mayî ya din de ji nuh ve hemahengîyê tesîs bike bi rekasîyoneka hundirîn ku emir dide bi encam bûye. Kurdan bi xwestineka wisa pihêt û ji hundir ve reaksîyon nîşan dane ku li gorî xwezaa ku kurd bi xwe têde ne ji bo ku bi awayekî zerûrî tiştekî bikin û bikevin hereketê, ew bi xwe jî nekarîn li pêşîya vê rekasîyonê bisekinin.

IV - Du Nakokîyên Bingehîn ku ji Reaksîyona Xwezayî û Zerûrî ya Hundirîn Derketine
Reaksîyona zerûrî ya hundirîn ya kurdan kir ku kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne bi vê nakokîyê re rû bi rû bibin:
1- Nakokîya ku ji bêmekanîya neteweyî derketiye: Kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne nekarîne pêşî li reaksîyona zerûrî ya hundirîn bigrin, ev nakokî wekî îfadeya mewcûd ya umetîyê ku qebûl bûye û bi awayekî herî radîkal ber bi derdorên îslamî ve diçe, dîsa di mayîna navbera vê îfadeya mewcûd ya umetîyê û derdorên îslamî de derketiye meydanê. Li gorî AZADÎyê kurdên ku di çarçoveya vê terîmê de ne hîn jî parçeyê umetê ne hem jî bi reaksîyona hundirîn xwedîyê xwezaeke wisa ne ku ji hemî unsûrên umetê yên din wêdetir dibîne. Digel ku ew parçeyekî umetê ne, li gorî xwezaa xwe xwedîyên wê nakokîyê ne ku ji umetê cihê mane. Çunkî wan dît ku li gorî nakokîya xwe ji umetê veqetiyane. Digel ku di nav umetê de mekaneka wan tune bû, di encama nakokîya parçeyekî umetê bûyîn û bêmekanîyê de di nav buhrana bênasnamebûnîyê de bûn.
2- Nakokîya ku ji bêmekanîya îtîqadî-zîhnî derketiye: Kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne, bi reaksîyona zerûrî ya hundirîn muşterek bûne û bi reaksîyona hundirîn digel ku parçeyekî taleba maf, dad û azadîyê bûne jî meşgulîyeta mewcûd ku taleba edalet û azadîyê dipelixîne û îdare dike, ji kodên îtîqadî-zîhnî yên vê yekê ev nakokî derketiye. Kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎ de ne, hem parçeyê reaksîyona hundirîn in hem jî çiqas bi kurdên sekuler re muşterek dibin ewçend xwedîyê xwezaeka wisa ne ku ji kodên îtîqadî-zîhnî dibuhurin. Digel ku ew parçeyekî reaksîyona zerûrî ya hundirîn in jî, li gorî kodên xwe yên îtîqadî-zîhnî ji kodên îtîqadî-zîhnî yên kurdên sekuler cihê dimînin. Çunkî wan didît ku li gorî kodên xwe yên îtîqadî-zîhnî ji kodên îtîqadî-zîhnî yên kurdên sekuler dûr dikevin. Di nav muşterekbûna meşgulîyeta reaksîyona zerûrî ya hundirîn de digel ku mekaneka wan tune bû jî di encama wekî parçeyekî reaksîyona zerûrî ya hundirîn û bêmekanîyê de jî di nav buhrana bênasnameyîyê de bûn.
 
V - Aqilanekirina Nakokîyan
Kurdên ku di çarçoveya terîma AZADîyê de ne û li gorî sunetulah bi reaksîyona zerûrî ya hundirîn ketine hereketê;
1- Hem di nav xwe de hem di nav kurdan de hem jî di nav kurdan û umetê û beşên din yên dinyayê de pêkanîna hemahengîyê,
2- Tenzîmkirin û terbîyekirina her du nakokîyên ku bûn mewzûya behsê ku di encama reaksîyona hundirîn de derketine,
3- Pêkanîna wekhevîya di navbera naverok û şeklê de,
4- Ji bo helkirina buhrana nasnameyê û sererastkirina muwazeneya di têkilîyan de berê ji bo aqilanekirina pêwîstîyên neteweyî û dînî ji bo çêkirina tabloyeka fikrî teşebus hat kirin.
 
VI - Çavkanîyên Aqilanekirinê
Bi armanca şekildayîn û tijekirina reaksîyona hundirîn tabloya fikrî ku ji salên 1990î vir de hate sazkirin, ji sê çavkanîyan îstîfade kir: 
1- Zanîna Dîyanetê: Ev Qur’an û sunnet in. Ji nuh ve Qur’an û sunnet hatin xwendin û tiştên nuh keşf bûn. Bi muhtewayên bingehîn yên mîna Qisaya Hz. Mûsa û Wesîqeya Medîneyê tabloya fikrî ji nuh ve muteşekil bû.
2- Zanîna mîlîyetê: Ev, di serî de dîroka giştî ya kurdan, dîroka têkoşîn, huner, ziman û wêjeyê ye. Bi sembol û nirxên bingehîn yên mîna Ehmedê Xanî û Şêx Seîd tabloya fikrî hate tenzîmkirin.
3- Zanîna însanîyetê: Ev tecrube û qabîlîyetên giştî yên însanîyetê ne. Bi îmkanên medenîyetê ku mehsulên muşterek yên însanîyetê ne, tabloya fikrî temam bû.      
Bi vî awayî kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne, tabloya xwe ya fikrî çêkirin û ji skalaya fikrî ya îslamî ku kurd û Kurdistanê li derve hiştine cihê bûn. Gotin paradîgmaya îslamî ya mewcûd îflas kiriye û bi nîqaşên dûr û dirêj dest bi nîşandana tabloya xwe ya ku pêkanîne kirin. Ev tablo, ji wan re bû qilawuza bersiva pirsên ku divê ew çawa li Kurdistanê binihêrin û di tevayî cîhanê de cihê ku divê Kurdistan têde be, ji bo tesîskirina vî cihî divê çawa bilebitin. Lê ji bo ku ji nav buhrana nasnameyê derkevin ev qîm nedikir. Çunkî li hemberî derdorên fikrê îslamî qismê eslî yê problemê diviyabû reaksîyona hundirîn li gorî heqîqeta xwe têbigihên û bi qasî ku tabloya fikrê xwe yê mexsûsê xwe çêbikin ewqas jî reaksîyona hundirin bikin xwedîyê naverokekê û ji bo ku ev tabloya fikrî ya nuh bi awayekî sîyasî bibe xwedîyê temsîlîyetekê jê re mekanek lazim bû. Bi vî awayî hat fêmkirin ku tenê bi çêkirina tabloyeka fikrî derketina ji buhrana nasnameyî çênabe! Ger kurd tenê maruzê zulmek ku li bedenê nebûye bûbûyana mumkin bû ku bi vê tabloya fikrî ya sadirê şîfayê ji buhrana nasnameyî bihatana derketin. Lê kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne jî di wê ferqê de bûn, ne ku tenê zîhnî zulmeka bedenî jî bi kurdan bûye û wekî zulma zîhnî û zulma bedenî kategorîzekirina wê jî bi kêrî tiştekê nayê. Bi viya, ne ku tenê ji alîyê fikrî ve herwisa ji alîyê pratîkî ve jî ji derdorên fikrê îslamî veqetîyan û eşkere kirin ku sîyaseta xwe li ser meseleya kurd û Kurdistanê pêş ve bibin. Lê problema eslî ya din, piştî vê merheleyê hîn zelal xuya bû. Di encama reaksîyona hundirîn de bi kurdên ku li gel wan muşterekîyetê çêkiribûn ji ber ku sekuler bûn, lewre temsîlîyeteka yekpare çênedibû. Herçiqas bi nîyeteka baş hinde ceribandin çêbûn jî di demeka kurt de hate fêmkirin ku bi vî awayî ji nav buhrana nasnameyê nayê derketin. Tesbît kirin ku ji alîyê xwe de bi temsîlîyeteka sîyasî tesîskirina mekanekê tekane alternatîf e ku pêşî li dubendîyê bigrin. Têgihiştin ku di navbera taleba maf, dad û azadîyê û edetên sehîh û hakim yên Kurdistanê de danîna girêdanek wezîfeya wan bi xwe ye. Di rekasîyona hundirîn de û di çalakîyên ku reaksîyona hundirîn derdixin de ji alîyê kodên îtîqadî-zîhnî ve bi kurdên sekuler re ku bi wan re muşterekîyet çêkiribûn cihê man û li ser zemîna îslamîyeta ku dînamîka tradîsyonelîye de ye helwêsta xwe pêkanîn.
Ji bo kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne, derketina ji buhrana nasnameyî û di navbera xwe û Kurdistanê de hem bi edetên serdest ên Kurdistanê de, hem di talebkirina maf, dad û azadîyê de, hem di navbera xwe û dinyaya derveyê xwe de ji bo ku girêdaneka munasib saz bikin tenê riyeka çareserîyê hebû; ev rê, divê tabloyeka çalakîyê jî îlaweyê wê tabloya fikrî bihata kirin. Prosesa entelektuelî, çandî û sosyalî ku ji salên 1990î dest pêkiribû, wekî pêşamadekarîyên vê riya çareserîyê di hezîrana 2012an de Însîyatîfa Azadî daxilê jîyanê kirin. Îro jî AZADÎyê partîbûn daye pêşîya xwe, di îlona 2014an de bi biryara bûyîna hereketeka sîyasî mekana eslî ku dê bingeha temsîlîyetê kesb bike, danîn.    
                 
B - ZEMÎNA EXLAQÎ YA AZADÎYÊ
Ger li ser hemî hereketên sîyasî lêkolînek bibe ku hela bi kîjan saîqên exlaqî ji bo bicihanînan kîjan îhtîyac û kîjan armancê derketine meydanê, hingê dê bihê dîtin ku ev yek karakterên cihê bi cihê nîşan dide. Dibe ku zemîna exlaqî ya nasnameyeka sîyasî sirf ji bo fikreka cihê hatibe danîn. Ev nasname, di nav atmosfereka sosyo-polîtîk de bi hîsên meşhûrbûn û navdarbûnê yan ji bo hêzdarîya madî peydakirina çavkanîyan saz bûbe û karakrereka wisa be ku armanca wê her li firsendan bigere û bi wan xwe tetmîn dike. Nasnameyeka sîyasî dikare bi hîsîyata hundirîn ku meriv nikare pêşî lê bigre bi zemîneka exlaqî bihê girêdan. Sîyaset şeklê jîyana wê ye. Egerên îhtîyac û armanca sîyasetê tenê ew bi xwe ye. Ev nasname, ji bo sîyasetê ji derveyî xwe li îhtîyac û armancekê nagere. Nasnameyeka sîyasî ji bo îhtîyacîya sîyasî û armanca xwe ji alîyê zemîna exlaqî ve dibe ku xwedîyê wê qabîlîyetê nebe ku bîr bi atmosfera sosyo-polîtîk bibe. Ne xema vê nasnameyê ye ku di rewşeka sosyal û polîtîk de muadilê wê nebe û ji ber vê yekê di zemîneka exlaqî de encamên negatîf bide. Nasnameyeka sîyasî ya din jî, dibe ku heqîqeten di riya wê de emrê xwe xerc bikin û xwe weqfê armanca wê kiribin. Zemîna exlaqî ya vê nasnameyê daxwaza wê mekanê ye ku hêzên mexsûsê xwe ku pê xwe tînin wucûdê ji hev venaqetîne. Ev nasname, ger hêzên mexsûsê xwe ku pê xwe tînin wucûdê ji hev veqetînin, hingê ev hêz dê bibe wekî malê firotinê ku bi buhayek ji buhayan tê firotin. Ji vê çendê AZADÎ li dijî wê ye ku kesayet bihê parçekirin û ji firotinê re amade be, lewre divê bi hêza xwe ya mexsûsê xwe, xwe ava bikin ji bo ku bibin xwedîyê temsîlîyetekê hewceyî bi mekanekê heye. Ev nasnameya sîyasî, sîyaseten temsîlkirina vê zemîna exlaqî wekî îhtîyacekê dibîne û pêkhatina vê yekê ji xwe re wekî exlaqekî sereke dibîne. A, zemîna exlaqî ya kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne ev e: Ew bi xwe, bê ku hêza xwe ya mexsûsê xwe ji hev veqetînin, tiştê ku îrade dikin bînin wucûdê û ji bo vê yekê jî temsîlîyeteka sîyasî înşa bikin!
Nasnemaya sîyasî ku hewceyî pê heye û dibe armanc, di pîvanên dîyarkirî de, di riya tabloya vê fikr û çalakîyê de emrê xwe xerc dikin. Îslamîstek, sosyalîstek, nasyonalîstek, muhafezekarek, lîberalek, demokratek û yên wekî wan, her yek hebûnek ji hev cihê ne. Heta ku peymanên vekirî qebûl nebin û lihevkirinek çênebe nayê hêvîkirin ku ev li jêr nasnameyeka sîyasî temsîlîyetekê pêkbînin. Kurdên di çarçoveya terîma AZADÎyê de ku taleba maf, dad û azadîyê îrade dikin ku bi hêza xwe ya mexsûsê xwe pêkbînin û ji bo ku kurd û Kurdistan bigihên temsîlîyeteka sîyasî, ji alîyê exlaqî ve herwekî ku gelek xwezayî ye ji bo pêşveçûna hêzên demokratîk yên Kurdistanê jî dê bibin gaveka grîng.
 
C - XETÊN GIŞTÎ YÊN KONSEPTA AZADÎYÊ
Îro AZADÎ ji dewreya pêşîn ya pêvajoya însîyatîfê bo dewreya duduyan ya AZADÎyê derbasî pêvajoya hereketê ku di hukmê partîyê de ye. Biryara partîbûnê ger ji alîyê kongreyê ve teqdîr bibe, dewreya sisêyan dê bibe dewreya partîyê. Û programê partîyê yê eslî li dawîya prosesê, ger ji bo partîbûnê biryar bihê girtin, hingê dê îlan bibe. Hereketa AZADÎyê ku di hukmê partîyê de ye dê fonksîyonel be, di vê dewreyê de li ber faelîyetên xwe yên sîyasî dê li Kurdistanê hem xetên sereke yên tabloya xwe ya fikrî hem tabloya xwe ya çalakîyan zelal bike, binesazîya xwe bigihîne merheleya amadebûnê û suret bide teşkîlatbûnê. Bi hemî fealîyetên xwe wezîfeya sereke ya dewreya duduyan ya AZADÎyê, yanî Hereketa ku di hukmê partîyê de ye, hemî amadekarîyên ku di perspektîfa partîbûnê de ne, temam bike.
    
Destpêk
Kurdistan cara pêşîyê di sala 1639an de bi peymana Qesrê Şîrîn ku di navbera Osmanîyan û Sefewîyan de çêbûbû de bûye du parçe. Paşê, di sala 1916an de bi peymana Sykes-Picot ya di navbera Îngilîstan û Fransayê de, xaseten bi erêkirina Rûsyayê, bingeha zêdetir parçebûna Kurdistanê hate danîn. Bi vê nasnameya xwe ya bêstatu hem madî hem manewî rastê gelek neheqîyan hatiye, hem li dinyayê hem jî li nav umetê miletekî wisa ye ku nasnameyeka wê ya resmî tune ye.
Kurd li bin tehekuma Tirkîyeyê, Îran, Îraq û Sûrîyeyê bi têkoşîna hebûnê re rû bi rû mane. Taybetîya muşterek ya kurdên ku di bin hukimranîya yên din de ne ev e ku statuyeka wan a resmî tune ye. Li Tirkîyayê jî, di pêvajoya ku di sala 1923an de bi peymana Lozanê dest pêkir heta bi salên 2000an hebûna kurdan hatiye înkarkirin. Kurdên ku li ser erdê xwe di rewşeka mehkûm de ne û Kurdistan, tim hatine tehqîrkirin û kolonîzekirin, bi riya zulmê ji heq û azadîya xwe ya bingehîn hatine mehrûmkirin. Rewşa ku kurd û Kurdistan têde ne; erdê wan îşgal bûye û ew jî înkar bûne, herwisa ji her awayê maf, dad û azadîyê hatine mehrûmkirin, ji hemî îmkanên madî û manewî yên jîyanê bi riya zorê hatine dûrxistin. Kurd mecbûr mane ku têkoşîna hebûna xwe bikin. Pêşî li kurdan hatiye girtin ku bi nasnameya xwe beşdarî bo têkoşîna însanî ya li dinyayê bikin. Bi vî awayî ne ku tenê Kurdistan di kurdan de jî hem wekî ferd hem wekî civak û hem jî ji alîyê fîzîkî-ruhî ve parçebûyîn çêbûye.
A ev rewşa ku Kurdistan têde ye, ew bingeh e ku hem sedem hem jî hedefa AZADÎyê ye. Çunkî ev rewşa ku Kurdistan têde ye, hem sedem hem jî encama hinde problemên bingehîn yên wekî dînî, mîlî û însanî ne.
Maf, Dad, Azadî
“Heq” ji bo edaleta rastîn û azadîyê pîvana tekane ya bingehîn e.
Heq, ew pîvana bingehîn e ku divê Kurdistan ji vê rewşa ku têde ye derkeve. Çunkî zulm bi îhlalkirina sînorên “heq”ê ku hem di navenda wehya îlahî hem jî ya însanîyetê de ye û bi îhlalkirina sînorên “heq”ê Kurdistanê ketiye vî halî.
Pîvana heqîyê, hem bingeha wahyê hem jî ya însanîyetê ye.
Gelê ku neheqî pê bûye, ji ber “heq”îyê hem li ber Xwedê hem jî li cem însanîyetê bilind e.
Heq, li gorî şeklê ku heye bi wî awayî jê bawerkirin e.
Heq, ahenga di nav şekl û muhtewaya dîyardeyekê de ye.
Heq; ne ku baş yan xirab yan jî ne ku yê mumîn yan munkîr “heqdar”îyê esas digre.
Edalet, ew tişt e ku divê meriv wekhevî û muwazeneyê esas bigre, îltîmas neke, li gorî qanûnê hereket bike. Lêbelê ji ber ku edalet terîmeka muqayeseyî ye, her heq li ber çav nayê girtin û tetbîq nabe. Çunkî pirsa li gorî çi edalet, divê di zemîneka saxlem de bersiva xwe bibîne. Qur’anê Kerîm ji vê zemînê re dibêje “heq”. Ger qanûnek yan fikrek li gorî heq munasib nebe, di wê qanûn yan fikrî de taleba edaletê talebeka rast nîne. Çunkî problema eslî ne ew e ku ew qanûn yan fikr bi awayekî adil tetbîq bibin, ew qanûn û fikr ne li gorî heq in. Qanûn yan jî fikrê ku kurdan û Kurdistanê înkar dike, li gorî xwezaa xwe nikane edaleteka li gorî heqîyê tetbîq bike. Divê pêşîyê ew qanûn û fikr li gorî heqanîyetê tenzîm bibin. Qanûn û fikrê ku ji xwe re heqîyê kirine qilawuz û bi naveroka heqîyê hatine dagirtin ancax ew dikarin edaletê tetbîq bikin.
Azadî, ancax dikarin bi qanûnek yan jî fikrek ku bi heqîyê rê nîşan dide yan jî edaletê tetbîq dike pêkwere. Çunkî azadî, bîzat tetbîqkirina heq û edaletê bi xwe ye. Dema ku îradeya dîrokî ya kurdan li ser “heq”îyê tehequq bike, hingê dê azadîya wan jî pêkwere.
Pîvana me ya gerdûnî tenê “HEQ” e, ne milet, ne zengînî, ne feqîrî û ne jî sinif e.
Aqil û Wijdana Muşterek ya Însanîyetê
Xwestina îslamê û xwestina însanyetê bi hev re di nakokîyê de nînin.
Nîjada însanan ku hebûneka ontolojîk e, hem muxatabê tekwînî hem jî teşrîî yê Xwedayê mezin e. Dîn ji bo însan e, bêyî însan dîn nabe. Însan ne pîvan e, lê pîvan ji bo însan e. Dîn ji bo însan qilawuzê riya heqîqetê ye, zanîna riya rast e. Aqil û wijdanê muşterek yê însan bi zanînên objektîf hereket dikin; û ev zanîn aql û wijdanê muşterek yê însanîyetê di zemîna “heq” de dixin nav hereketê. Ji bo ku di zemîna “HEQ” de dikevin hereketê, aqil û wijdanê muşterek yê însanîyetê pîvaneka din e. Çunkî tiştê ku Xwedayê mezin îrade kiriye, di eynî wextê de ew tişt e ku aql û wijdanê însanîyetê jî îrade kiriye. Çawa ku îradeya Xwedayê mezin bi îradeya aqil û wijdanê muşterek yê însanîyetê re nakeve nav nakokîyê aqil û wijdanê muşterek yê însanîyetê jî bi îradeya Xwedayê mezin re nakeve nav nakokîyê. Wekî nimûne, dema ku kesekî objektîf yan jî civakek wehşetekê bike, çawa ku li hemberî vê wehşetê aqil û wijdanê muşterek yê însanîyetê, ji kîjan bawerî, sinif û miletê dibin bila bibin, di çarçoveya “heqanîyet”ê de tavilî dikevin hereketê û wehşeta ku qebûl nakin, bo însanîyetê çirkîn dibînin, hingê ev wehşet di eynî demê de li ber Xwedayê mezin jî rewşeka zişt e. Ev diyardeya ku hemî dinyayê li gorî delîlên objektîf kerîh dîtiye ne mumkin e ku Xwedayê mezin jî kerîh nebîne. Aqil û wijdanê muşterek yê însanîyetê di çarçoveya “heq”î de pîvanek e; ne ku di çarçoveya hewa û hewesê de. Jixwe aql û wijdanê muşterek yê însanîyetê bi hewa û hewesê re muşterekîyetê çênake. Datayên objektîf, ew data ne ku ji xweza û nirxandinên giştî yên însanîyetê li gorî heqîqeta xwe çêdibin.
Meriv û Mafên Merivan
Meriv bi mafên xwe meriv e. 
Însanê ku demeka dirêj bi ser de çûye û wekî hebûnek nebûye xwedîyê qîymetek; hebûneka wisa ye ku xwedîyê aqil, îrade û qudretê ye, mesûlê kirin û emelên xwe yên zîhnî ye û bi mesûlîyetên xwe di têkilîyên xwe de yan herî bişeref yan herî şerûdê mexluqatê ye. Ev hebûn, wekî hemî ruhberên din bi taybetîya nêrîtî-mêyîtî û bi hemî qabîlîyetên xwe yên din hatiye xuliqandin; ji bo ku ji hev bihên naskirin bi reng, ziman û şeklên cihê wekî miletên cihê-cihê hatine temzîmkirin. Ji bo însanan, ji vana tu yek jî ne sedemê nizimbûn û ne jî sedemê bilindbûnê ye. Însan ji alîyê ontolojîkî ve wekî reş yan sipî; kurd, tirk, ereb; jin yan mêr, extîyar yan zarok, eqalîyet yan piranî nîne, însan e! Ji ber heqîqeta ku însan gelek cahil û zalim e, ji ber neheqîyan behsa mafên jinan, reşikan, miletên mezlûm, extîyar, zarok û eqalîyetan dibe, ev nayê wê wateyê ke ji derveyî însanan tewirên jin, reşik, miletên mezlûm, zarok yan eqalîyet hene. Ev hemî di nav neheqîyan de ne ku însanê gelek cahil û zalim dike, yanî însan bi însanî dike de têne mutaleakirin. Çunkî bê ku ferqîyeteka wekî reşik, sipî; jin, mêr; kurd, tirk, ereb; extîyar, zarok yan eqalîyet û piranîyan bihê kirin însan însan e. Madem wisa ye, em nikarin mafên mexsûsê jinan yan yên mexsûsê miletên mezlûm ji mafên giştî yên însanîyetê cihê bikin. Çunkî neheqîya ku li reşikî lê însan, li zarok, eqalîyet yan jî kurd lê însan, ji alîyê sipî lê însan, mêr lê însan, têgihiştî lê însan, piranî lê însan, tirk, ereb û fars lê însan ve tên kirin. Hemî problemên însanên zeîf ku ji alîyê însanên hêzdar ve peyda dibin; dixwazî jin, dixwazî zarok, dixwazî reşik, dixwazî eqalîyet yan jî dixwazî bila miletekî mezlûm be, ev problem ne ku tenê yên van merivan e, esas problemên muşterek yên hemî însanan e. Mafên însanan; hem mafên xwezayî yên ferdî û civakî yên însanan hem pratîzekirina hemî mafên xwe yên ferdî yên taybet hem jî mafên sîyasî yên ferdî û civakî bi hev re îfade dibin.

Însan û Tebîet
Hemahengî! 
Însan parçeyekî tebîetê ye û jê nayê veqetandin. Tebîet jî, însan bi însanan re û hawirdora însanan a ganî û mirî ye. Wehya îlahî ganî û mirî, xweza bi hemû unsûrên ku têde hene bi hev re zikir dike. Dîyar dike ku tiştên ku însan wan mirî dizane jî di eslê xwe de jîyaneka wan ku însan pê nizane heye. Însanê ku parçeyekî eslî yê vê xwezayê ye û bi qabîlîyetên xwe yên eqlî, îradî û qudreta xwe ji tiştên din yên xwezayê cihê dibe, ji ber van qabîlîyetên xwe ganî yan mirî di xwezayê de çi heye, însan li hemberî wan mesûl e. Wezîfeya însan ew nîne ku tenê bibe serwerê xwezayê, di eslê xwe de divê bi xwezayê re di nav hemahengîyê de be. Tebîet ne dişminê însan e, ganî yan mirî di tebîetê de çi heye, însan dema ku sîstema wan fêr dibe û sirên wan yên di vê babetê de vedikole divê bêyî ku dişminîyê pê re bike, bi tebîetê re hemahengîya xwe saz bike. Çunkî xweza ji bo ku bi însan re di nav hemahengîyê de be tim amade ye, ji bo vê yekê heye; divê însan ne ku xwezayê li gorî xwe dîzayn bike, na, divê xwe li gorî xwezayê dîzayn bike.

Jin
Ger buhişt di bin piyên dayîkan de be, ev ji mizgîneka ji bo jinan bêhtir ji bo mêran îxtarek e!
Ev dîyardeyeka dîrokî ye ku di gelek warên jîyanê û bitaybetî jî warê ku di Konseptê de dibe mewzûya behsê de nîsbet bi mêran qasî ku qîm dike jin ne xwedîyê gotin û selahîyetê ne. Ev dîyarde, xaseten ji alîyê jinan ve di navenda têkoşîna pratîzekirina hêza jinan de cih girtiye û bûye pêşengê wan. Jinan vê pêşengîya ku girtine navenda têkoşîna xwe bi hebûnîya xwe du “problem” derxistine pêş. Ya pêşîn jîyana tehekumkar ya dîrokî ya mêran e ku li ser jinan e: Herçend derbarê çawanîya wê de cihê bifikirin, mêr jî vê “tehekum”ê qebûl dikin. Yê duduyan jî, jinên ku li hemberî vê tehekumê li ber xwe didin, xwedîyê zimanekî nêr in: Herçenî derbarê çawanîya wê de cihê bifikirin, jin jî vê “zimanê nêr” qebûl dikin. Bitaybetî ji ber ku ev “meseleya jinan” bi têkoşîna jinan re dîyar bûye lêbelê digel vê dîyarbûnê dîsa jî çareser nebûye, ne ku tenê di cîhana îslamî de li hemî dinyayê bûye problem. Ji bo jinên kurdan jî meseleya jinan di nav têkoşîna azadîyê ya giştî de bûye barekî din. AZADÎ xwedîyê wê ezmê ye ku meseleya jinan munaqeşe bike û bîne rojevê, herwisa amade ye ku rewşa fîîlî ku “jin”an dike xwedîyê selahîyetê li gorî naveroka Konseptê di warên sîyasî û sosyalî de înşa bike.

Ne Zalim, Ne Mezlûm
Kî dibe bila bibe li alîyê mezlûm, kî dibe bila bibe li dijî zalim! 
Xwedayê mezin ji zaliman hes nake, li cem mezlûman e. Li gorî vê helwêsta serîh ya Xwedayê mezin aqil û wijdanê muşterek yê însanîyetê jî xwedîyê eynî taybetîyan e. Alîkarîya bo zalim û mezlûm; pêşî li zalimîya zalim û mezlûmîya mezlûm digre. Ji yên ku neheqî pê bûye re mezlûm, ji yên ku neheqî dikin re jî zalim tê gotin. Yên ku mezlûm qebûl bûne tenê ji bo ku mezlûm in, heqdar in; însanê heqdar û mezlûm, ne şert e ku îlahîm dê însanê baş be. Dînê mezlûm nayê pirsîn; bi eynî şeklî dînê zalim jî nayê pirsîn. Reftarîya însanî ew e ku meriv li nêzî hemî mezlûmên dinyayê be û xwe ji hemî zalimên dinyayê dûr bigre. Li rûyê dinyayê heqdarîya mezlûmek ji mezlûman û neheqîya zaliman, şeklê têkilîyên çeprast ku li hemberî hev datînin naguhere.     

Dîn
Îslam ew dîn e ku, yên ku ji wê bawer nakin ji yên ku ji wê bawer dikin muhafeze dike!
Hem wekî ferd hem jî wekî civak, îslam dînamîka bingehîn ya şeklê jîyana me ye. Lêbelê ji îslamê tenê musluman mesûl in. Yên ku ne musluman in, yanî yên ku wekî dîn îslamîyetê tercîh nekirine ji îslamê mesûl hesab nabin. Ji ber ku dînamîka me ya bingehîn îslam e, ev nayê wê wateyê ku dînamîkên din tune ne. Berevajîya wê, dixwazî bila dîn be dixwazî bila şeklekî jîyanê yê din yê li gorî marufê be, di nav civaka me de dînamîkên din jî hene. Ji van dînamîkan tu yek jî xwe venaşêre, heta ku li gorî marufê tevbigerin îbadetên xwe eşkere û di nav emnîyetê de dê eda bikin. Di vê mewzûyê de ger tehdayekê bibînin, musluman ji vê mesûl in. Çunkî di meseleya dîn de esla zordarî tune ye; heq û batil bi awayekî eşkere ji hev hatine cihêkirin. Êdî kî çi tercîh dike, mesûlîyet aîdê wî ye. Çawa ku ji bo tercîhê zor li kesî nayê kirin herwisa di warê tercîhê de jî zordarî tune ye, kes di zorê de nayê hiştin. Ji ber ku di nav erdê me de ekserîyeta mezin û herwisa tiştê ku dîroka me û şeklê jîyana me dîyar dikin îslam e, lewre kes ji wî re jî îtîraz nake. Feqet tu kes li ser navê îslamê tu “heq”ekî îhlal nake, ger navê îslamê bikar bîne jî ev nayê qebûlkirin. Dîn ji bo “heq”îyê wasitayek e; û dîn ji bo îqtîdarê wasitayek nîne.

Mezheb
Dîyardeya ku hebûna wê girêdayî ecibandina yê din nîne.
Mezheb, bi nîsbeteka mezin di tesîra bûyerên sosyal û sîyasî de şeklekî şîrovekirina dîn e. Di hemî dînên îlahî û beşerî yên li ser rûyê erdê de şîroveyên ji hev cihê û mezheb çêbûne. Lêbelê tu mezhebek çawa ku dîn bi xwe nîne, herwisa dînî jî nagire bin înhîsara xwe. Mezhebên ku di îslamê de neşet kirine jî şîroveyeka dînî ne. Rast nîne ke mezhebek bihê bilindkirin û yên din wir ve bihên tehndan. Çawa ku di dîn de zordarî tune ye herwisa di mezheban de jî zordarî esla nayê qebûlkirin.

Milet
Nasnameya şinasîbûnê ya di navbera hebûnên sosyal de.
Peyva “heywan” ji alîyê bîyolojîkî ve wekî hebûneka ontolojîk hemî gîyandaran îfade dike. Însan ji ber ku xwedîyê aqil û îrade ne ji heywanan veqetîyane û wekî tewirekî ontolojîk nîjada însanan pêkanîne. Hemî komên sosyalî ku ji nîjada însan çêbûne hebûnên dîrokî ne ku divê li ser bingeha nasnameya xwe bêne zanîn. Her yek ji hebûnên sosyalî realîteya xwezayî ya jîyanê ye û di nav xwezaa xwe de jîyana xwe dewam dike. Ji van hebûnan ya herî mezin milet in ku her yek ji wan xwedîyê nasnameyeka xusûsî ye. Milet divê bi vê nasnameya xwe ya xusûsî bêne naskirin ku ev yek di eynî demê de biryareka îlahî ye. Pêşî li vê girtin, yanî înkarkirina nasnameya miletekî di eynî demê de sûcekî îlahî û însanî ye. Herçiqas bi hezarê salan hebûna xwe dewam bikin jî miletên ku hebûnên dîrokî ne wekî hebûnên ontolojîk sabît nînin, diguherin. Miletê kurd ku nasnameya wî înkar bûye û ji bo ku di nav miletên din de bihelin, têkoşîna wan a ji bo nasnameyê heqekî îlahî, xwezayî û sîyasî ye.

Ziman û Reng
Ziman û reng; du ferqên mexsûsê însanan!
Ji hev cihêbûna ziman û rengan rastîyeka wisa tûj e ku Xwedayê mezin vê rastîyê wekî ayetekê pêşkêş dike. Ziman û reng hem ayetên Xwedayê mezin in hem jî her yek ji wan îşareteka însanîyetê ne. Lewre yên ku tehemula xwe ya ji bo ferqîyeta ziman û rengan winda bikin pêşî îşaretên derheqê însanîyeta xwe de winda dikin. Yên ku îşaretên xwe yên derheqê însanîyetê de winda kirine nayê hêvîkirin ku dê ji îşaretên Xwedayê mezin re hurmetê bikin. Ev jî, herwekî ku qebûlnekirina miletan û hurmet nîşanê hebûna wan nedayînê sûcên însanîyetê ne. Xwedîtî li ziman û rengê xwe kirin û li dijî sûcdaran mucadele kirin heqekî herî bingehîn û xwezayî ye. Kurd jî dema ku ji bo zimanê kurdî bi zîhnîyetên qedexekar re mucadele dikin jî wisa ye.

Umet
Îdeala ku li gorî naveroka xwe li şeklê xwe digere!
Umet, di Wesîqeya Medîneyê de wekî komeka sosyal û sîyasî ya herî berfireh ku dîn, ziman, reng û cihêtîyên din digre nava xwe derket meydanê. Her civakeka musluman endam û parçeyekî xwezayî yê umetê ye. Civakên ne musluman ku li ser erdê muslumanan dijîn jî wekî unsûrên bi eynî şeklî parçeyên umetê ne. Her unsûrê ku umetê pêktîne bi nasnameya xwe têde cih digre. Lêbelê umeta ku bi Wesîqeya Medîneyê re derket meydanê, di demên modern de û bitaybetî jî ji destpêka sedsala bîstan û vir de wekî naverokeka bêbîçim derdikeve pêşberî me. Tesewureka îdeal û naverokeka bi vê tesewurê re hemaheng heye lê bîçimek ku vê naverokê temsîl bike tune ye. Îcar kurd, digel ku parçeyê umetê ne lê ne bi nasnameya xwe. Parçayekî bênasname nakokîyeka mezin e: Ev, tê vê wateyê ku kurd hem hene hem tune ne. Kurd ji ber ku di nav umetê de parçeyek in, hene. Lê ji ber ku bi nasnameya xwe ne di nav de ne, hingê tune ne. Ji vî alîyî ve kurd di nav umetê de rewşeka xwedîyê xwezaeka cihê ne. Mesûlîyeteka wan a din heye ke divê bi nasnameya xwe di nav umetê de xwe temsîl bikin.

Dewlet
Wasitaya jîyana sosyal û sîyasî.
Dewlet wasitayeka nîmet yan jî dewlemendîyê ye. Bêdewletî jî berovajîya vê yekê ye. Dewlet navê hebûna giştî ya milet yan jî yekîtîya miletan e ku di jîyana sîyasî de xwe birêxistin kirine. Ji alîyê sîyasî ve, ji bîçimeka rêxistinbûyîna piçûk bigrin heta bi ya mezin, di hemîyan de daxwazeka hereketa “dewletbûnê” heye. Bîçimên sîyasî ku gelekê caran bi jîyana sosyalî re ne li hev in, dewletê wekî organîzasyonekê nîqaş dikin. Lê yên ku dewletê nîqaş dikin jî dewletekê pêşnîyaz dikin. Yanî di her hal û karî de bêdewletbûnî tune ye. Wekî model qebûlnekirina dewleta neteweyî nayê wê wateyê ku bîzat dewlet nayê qebûlkirin. Kurd û Kurdistan ji bo ku bikaribin bi nasnameya xwe muwazeneyekê di navbera xwe û yên din de saz bikin wasitaya herî kêrhatî dewlet e. Dewlet, çawa ku heqê her miletî ye herwisa heqê kurdan e jî. Heqê dewletbûnê yê bi çi modelî, êdî di konjukturê de teqabulê çi dike, ew e. Çunkî ji bo modeleka îdeal taloqkirina heqê xwe yê dewletbûnê ji bo yên ku dewleta wan tune ye, tiştekî absurd e. Jixwe tiştê dibe jî wisa nîne. Kurd dewletbûnê taleb dikin, ev dewlet herî baş bi kîjan bîçimî mumkin e, di tercîhkirina wê de beîsek tune ye. Ji yekîtîya umetê bigrin heta bi federasyonê, ji netewedewletê bigrin heta bi konfederasyonê riya dewletbûnê heye.

Şer û Şîdet
Ne şer şîdet e, ne şîdet şer e!
Însanan li seranserê dîrokê tewesulê şer û şîdetê kirine. Digel vê, te divê îradeya îlahî yan te divê aql û wijdana muşterek a însanîyetê be, bi şertê ku ji hed derbas nebe, şer wekî wasitaya parastinê, şîdeta keyfî û dervayî dînî ku bi parastinê ve eleqedar nîne wekî reftarîyeka nexweşîyê ya li derveyî însanîyet û exlaqî hatiye dîtin. Lêbelê helbet ew şîdeta ku bi refleks çêdibe ger di nav xwezaa wê de lê bihê nihêrîn ev nayê wê wateyê ku tesdîq dibe, berevajîya şîdeta ku nayê xwestin lê bi awayekî xwezayî çêdibe, tê wê wateyê ku divê ji şîdeta keyfî ya plankirî bihê cihêkirin. Eynî mîna şerê parastinê ku di nav giştîbûna şerî de çawa ku wekî kategorîyeka cihê tê dîtin. Îradeya îlahî herçî êrîşên ku berê xwe dane emnîyeta can, aqil, nesil, dîn û malî, berterefkirina wan meşrû dîtiye. Vê meşrûîyetê jî bi derbasnekirina hedî ve girêdaye. Şerê ku hed derbas kiriye êdî parastin nîne, êrîşkarî ye. Xwedayê mezin jî eynî wekî aqil û wijdanê muşterek yê însanîyetê ji heşerîyên mutecawiz heznake. Her tiştê ku şîdetê wekî polîtîka bi kar tîne tê redkirin. Şîdet esla teswîb nabe. Çunkî şîdet tabloya şermê ya însanîyetê ye. Awayekî reftarîyê ku li însan bikeve nîne. Şerê ku hedê xwe derbas nake tenê wekî bîçimek ji çalakîyên li hemberî reqîb ji bo mezlûm ew heq e ku ji bêçaretîyê çêdibe, lê dema ku şert amade bûn hingê ev heq bêyî sîlehan bi argumantên din hîn rastir e ku divê di pêvajoya sîyasî de hel bibe. Di pêvajoya ku şertên sîyasî têde musaît bin, dewamkirina şerê çekdarî wekî metodek ku ji armanca xwe derketiye tê tehqîqkirin.

Aştî
Aştî; bêhtir ji encamên wê ew bi xwe serketin e!
Aştî ew zemîna herî bingehîn e ku însanan bi dîyardeya ku jê re medenîyet tê gotin re xwe bi pêş ve biriye. Hz. Muhemed (ses) dema ku li Hudeybîyeyê bi mudeta deh salan peymana aştîyê îmza kir, hingê di salên pêşî yên vê prosesê de gelek bisuret pêşdeçûnek qeyd kiribû û zemîna gelek pêşdeçûnên sosyal û sîyasî amade kiribû. Her têkoşîna ku girîngîyê dide jîyana însan divê pêşî rê bide aştîyê. Aştîya ku piştî mucadeleyeka bellîkirî çêdibe, esla zerar nade têkoşîna heqîyê; nayê manaya teslîmîyetê jî. Têkoşîna ku hatiye merheleya muzakereyên aştîyê hêjayî teqdîrê ye. Lêbelê tu aştîyek nayê manaya tehequqkirina heqîyê. Herçiqas wekî hînbûnek di pencereya aştîyê re li tehequqkirina heqîyê tê mêzekirin jî tiştê rast, di her şerê demdirêj de ew reftarî ye ku dawîlêanîna qirêjîya zîhnî û emelî ye. Bi vê nihêrînê aştî rûniştandina têkoşîna heqîyê li ser zemîneka saxlemtir, însanî û exlaqîtir e.

Serxwebûn
Naveroka ku tenê di biçîmekê de nayê rûniştandin!
Bi nasname û îradeya xwe, rêvebirê xwe bûyîn bîçimekî serxwebûnê ye. Di serwexbûnê de tiştê ku “heq” e, cihê xwe dibîne. Di serxwebûnê de bîçim, “heq”ê ku cihê xwe dîtiye, bi wasitayek ji wasitayan hatiye zanîn. Di vî halî de ger temsîlîyeta nasnameyê resmen derdikeve meydanê û tiştê maruf çêdibe, hingê tê wê wateyê ku naveroka serxwebûnê bi biçîma serxwebûnê re hev digrin. Ji muxtarîyetê heta federasyonê, ji konfederasyonê heta forma dewleta klasîk mecraya ku hemî rê digihên tehequqa heqîyê ye. Heq, muheqeq digere digere tê xwedîyê xwe dibîne.

Polîtîkaya Hundir û ya Derve
Rastbûyîn hewce nake ku bi jîyana însan bibe mal!
Xwedê teala çawa ku dibêje ez li alîyê miletên mezlûm im û îrade kiriye ku li dijî rejîmên zalim û artêşên wan li ser rûyê erdê cihê xwe qewî saxlem bikin herwisa rê daye ku ew jî cihê xwe qewî saxlem bikin û serwerîya xwe tehkîm bikin. Ji vî alîyî ve li gorî me, yê mezlûm yan jî miletên ku ji bo bidestxistina tayînkirina qedera xwe têkoşîna azadîyê dikin, hem polîtîkaya wan a sereke ya hundir hem ya derve, divê “temekun” be ku di manaya bitemkînîyê de ye. Temekun, ji bo ku ev milet li hemberî rejîmên zalim û artêşên wan bibin xwedîyê mekanekê û cihê xwe bigrin û bi vî awayî qewî cih bidin xwe û bikaribin li welatê xwe di nav emnîyetê de bijîn, hingê divê polîtîkaya temkînê ji xwe re bikin wasita. Yanî polîtîkaya giştî ya pêşengîya çalakîyên têkoşîna azadîyê divê temekun be. Pêşengîya temekunê, di polîtîkaya hundir û ya derve de, hîn ku wekî çalakî hereketê dest pênekirye, divê meriv bala xwe bide şertan, kar û zerarê baş hesab bike; li gorî vê polîtîkayê biryarên ku ji bo fealîyetê têne girtin şert e ku divê rewşa kar û zerara mewcûd û rewşa kar û zerara muhtemel muqayese bikin. Eger faydeya ku tê hêvîkirin ji faydeya mewcûd zêdetir e, hingê divê biryar bihê girtin û dest bi fealîyetê bibe, na, eger zerara ku tê hêvîkirin ji zerara mewcûd zêdetir e divê dayîna biryarê û tetbîqkirina wê bê taluqkirin.  Yê me, îstîsnayeka me ya esasî heye ku em bi awayekî qetî wekî şert diavêjin pêşîya polîtîkaya giştî ya temekunê; ew jî, em tu car li ser navê faydeyê hesab li ser jîyana însanan nakin. Di vê çarçoveyê de em têkoşîna hemî miletên mezlûm destek dikin. Em mezlûmîyeta miletekî, digel sazkirina peywendîyên wê yên navneteweyî bi destekdayîna ji miletekî mezlûm yê din ve girênadin. Ji vî alîyî ve, em heqdarbûna miletekî din yê mezlûm, ger bi Komara Tirkîyê re di lehê xwe de peywendî danîbe jî, dîsa em şert neavêjin pêşîyê ku îlah destek bide têkoşîna azadîyê ya Kurdistanê. Em bi awayekî eşkere beyan dikin ku divê eynî tişt ji bo têkoşîna azadîyê ya Kurdistanê jî bihê qebûlkirin.

Ekonomî
Efendîyê xwe bûyîn!
Her nîzameka emperyalîst ekonomîya kolonîya xwe dike hedef; car heye ji bo berjewendîyên gelek piçûk jî bi qedera miletekî re dilîze. Têkoşîna miletên ku têne kolonîzekirin helbet ekonomîyê jî ji xwe re dike hedef. Çunkî her taleba azadîyê di eynî demê de taleba efendîyê xwe bûyîn e. Kolonyalîst armanca xwe ya efendî bûyînê, bi teselutbûna erd û ekonomîya yên din pêktînin. Mucadele û teleba azadîyê jî di eynî demê de ne ku têkoşîna efendîyê yên din bûyînê ye, na, têkoşîna efendîyê xwe bûyîn e. Talebkarîya efendîyê xwe bûyîn di eynî demê de bi awayekî xwezayî talebkarîya teserufa li ser hebûnên xwe ye.

D - ESASÊN BINGEHÎN YÊN ÎRADEYA HEREKETA AZADÎYÊ
Hereketa AZADÎ;
1- Hem bi xwe bawer e hem jî bawer dike ku dê hêza mexsûsê Kurdistanê ava bike. Û beyan dike ku kakilê sîyaseta wê doza kurd û Kurdistanê ye. Dixwaze sîyaset şefaf be; bi sîyaseta xwe, bi peywendîyên xwe yên sîyasî, dema ku derdikeve pêşberî xelqê, vê şefafîyê esas digre. Bawer dike ku herçî komikên ku rengê xwe dane Kurdistanê, di navbera wan û îradeya azadîyê de bi awayekî zerûrî girêdanekê saz dike. Di serî de serxwebûna Kurdistanê, bi awayekî xwezayî ji bo hemî heq û azadîya wan îrade nîşan dide. Kurdistan, helbet bi dîrok û mafên xwe yên sîyasî Kurdistan e. Dixwaze Kurdistan bi hemî xweşîkîyên mexsûsê xwe di nav milet û dewletên din yên dinyayê de cihê xwe bigre.
2- Kurdistanê wekî parçeyekî eslî yê cîhana îslamê û bi vîya ve girêdayî parçeyê umetê dibîne. Ji ber ku Kurdistan hatiye înkarkirin, lewre beyan dike ku Kurdistan xwedîyê xwezaeka cihêtir ji parçeyên din yên umetê ye. Bi sîyaseta xwe ya maf, dad û azadîyê bingeha vegotina xwe ya di vî warî de ji çavkanîyên dînî, mîlî û însanî pêktîne.
3- Aql û wijdanê muşterek yê însanîyetê esas digre. Cemîyetên navneteweyî ku wekî sermîyanên însanîyetê derketine meydanê ji bo maf, dad û azadîyê hatine danîn, herwisa ew peymanên ku xwe dispêrin mafên însanîyetê jî qebûl dike. Hurmet nîşanê hemî bawerîyan û şeklê maruf yê jîyanê dide, hem li Kurdistanê hem li tevayî cîhanê hemî îmkanên ku mafên wan ên jîyanê teşkîl dikin hem qebûl dike hem diparêze.
4- Dîrok, çand, wêje û hunera kurdan, medenîyeta ku kurd têde cih digrin, ji esasên xwe hesab dike. Bawerîyên mîna zerdeştî, êzidîtî, yaresanî, yahudîtî û xirîstîyanî, dîsa gelên mîna ereb, tirkman, armenî, keldanî, suryanî, mihelmî û romanan jî parçeyek ji medenîyeta xwe qebûl dike. Li gel vê, nasnameya neteweyî ya Kurdistanî bi hemî lehçeyên xwe ji gelê kurd pêktînin û şeklê bawerîya giştî jî bi hemî mezhebên ku ji îslamê çêbûne qebûl dike, li gorî vê rastîyê hereket dike. Qebûl dike ku heq sabît e, lê tiştên din diguherin.
5- Nasnameya neteweyî wekî Kurdistanîbûnê qebûl dike. Qismeka hemî dinyayê di dîn de wekî xwişk û birayên xwe, qismên din jî di însanîyetê de wekhevê xwe dibîne. Têkoşîna nasnameya xwe yan jî hebûna xwe ne ku li dijî xwişk û birayên xwe yên dîn yan însanîyetê, na, li dijî mekanîzmayên soyo-polîtîk ku zulmê dikin dike. Têkoşîna rêxistinîbûnê hem ji bo xwe hem ji bo hemî kurdistanîyan elzem dibîne. Hevkarîya sosyal û sîyasî ya li Kurdistanê wekî metodeka polîtîk dibîne. Wisa qebûl dike ku problemên sîyasî ku di navbera wan de ji ber rê, metod û nihêrînê derdikevin divê bi metodên demokratîk û medenî hel bibin. Esla hevkarî û têkoşîna muşterek a bi gelên din re red nake.
6- Hurmetê ji bo hemî kes û hereketên ku heta îro di têkoşîna Kurdistanê de cih girtine esas digre. Lêbelê li pêşîya tehqîqkirina hurmetê nabe asteng. Hemî şervanên ku jîyana xwe di riya heq, edalet û azadîya Kurdistanê de feda kirine wekî şahidên nasnameya neteweyî qebûl dike. Minet û sipasîyên xwe bo wan pêşkêş dike.
7- Fikrîyata Ehmedê Xanî ku heqîqeta Kurdistanê ji alîyê naverokê û şeklê ve li ber me datîne wekî sazîbûnê; fiîlîyata emîrul mucahîdîn Şêx Seîdî ku ji bo maf, dad û azadîyê dest bi hereketê kiribû ji alîyê dîrokî ve rast dibîne û qebûl dike. Seyîd Riza û Dêrsimê wekî birîneka mezin û şîneka dîrokî ya Kurdistanê tu car ji bîra xwe dernaxe. Înşakirina biratîyê ku Bedîuzzeman Seîdê Kurdî bingeha wê danîye wekî zemîneka grîng ya aştîyê munasib dibîne.
8- Nîjadperestîyê, sîyaseta ku ji derveyî xwe li ser yên din tehekumê datîne, mekanîzmayên ku bi hisîyata emperyalîstîyê tevdigerin, hemî atraksîyonên dînî, milî, sinifî û sîyasî ku jîyana însanan ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin û yên ku hîsîyatên hemasetîyê ku heyecan didin însanan û ji xwe re dikin wasitaya sîyaseta xirabîyê, lanet dike.
9- Şerê çekdarî, ancax wekî heqê parastinê ku bi delîlên objektîf îsbat bûye dibîne. Ger bê dewamkirin, sewqkirina şîdeta mecbûrî ya fewrî ku ji huwîyeta xwe ya xwezayî derdikeve ne têde, temamê şîdeta keyfî ya plankirî meşrû nabîne. Ji bo xwe bikaranîna têkoşîna çekdarî û şîdetê wekî metod qebûl nake.
10- Doza kurd û Kurdistanê wekî tehequqkirina heqîyê dibîne. Lêbelê ev ne tiştekî sabît e, dikare biguhere. Dema ku heqîyê tehequq kir jî, ji ber ku dê di nav muwazeneya dewlet û miletan de cihê xwe bigrin, bawer dike ku dê doza kurd û Kurdistanê êdî ji dozbûna xwe derbikeve û ji wir û pê ve kurd û Kurdistan li hemberî Xwedayê mezin, herwisa li hemberî xwe û însanîyetê mesûl bin.
 
E - ENCAM
Encam bi awayekî mecbûrî temambûna gotinê ye ne ku nîyeta temambûna naverok û biçîmê. Çunkî “temambûyîn” di manaya kemalê de, wekî derece ancax ji bo zanîna qetî mewzû behs e. Zanînên di vê metnê de naveroka lêgerînekê ne, lewre eşkere ye ku dereceya kemalê îdîa nakin. Tiştê ku bi metna Konseptê derdikeve meydanê ev e, endîşeya ku muşterek bûye bi formulekirina armanca ku fikirîyat û zanînê hewale kiriye, wasitaya hêvîya ku mumkin dibe bi awayekî vekirî derxîne meydanê.
1- Armanc: Di navbera forma hemdem ya îradeya dîrokî ya azadîyê û dînamîkên dîrokî ku nasnameyê pêktînin de sazkirina girêdanekê yê: Bi vê girêdanê kesayetîya ku parçe bûye bigihê huzurekê; di navbera xwe û cografyaya ku têde dijî de civak û dinyaya ku pê re di nav têkilîyê de ye bi sazkirina muwazeneyekê û behaneya cihêtîya xwezayê ku ji rûyê neheqîyê derketiye meydanê ji navê rake.
2- Wasita: Ev tabloya fikrî ku armancê dîyar dike, ji bo “girêdanê” pêwîstî bi tabloyeka çalakîyan heye; pêwîstîya tabloya çalakîyan jî mekana temsîlîyeta sîyasî ye.
Divê di navbera armanc û wasitayan de peywendîyeka tam ya muteqabîlîyetê hebe, naverok û şekl li hev bikin ku rewşeka berdewam ya binakokî pêkneyê. Armanca ku di çarçoveya kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne di vê metnê de hatin behskirin, ne ku wekî lêgerîneka beyankirina şeklê jîyanê dîyar dikin û xwe wekî sedemê hebûnê nîşan didin, na, li ser navê fikrîyat û fiîlîyata ku ji bo sedemên hebûnê divê di gava pêşîn de hebin, merheleya dawîn ya vê fikirînê ye. Wasita jî, tiştê ku divê pêşî bihê kirin ew e. Yanî ji bo ku meriv hêza xwe ya mexsûsê xwe ava bike, ji yên ku di xuyabûnê de nêzik e re wasita, ji yê ku dûr e re jî armanc tê gotin. Ji vî alîyî ve, di navbera wasita û armancê de hemahengîyeka tam heye û jihevkirina armanc û wasitayê tam dê bê manaya xapandina kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne. Çunkî dema ku navê wasitayê neyê danîn yan jî wasita ji armancê bê veqetandin, hingê armanca ku ji endîşe, fikr û zanîna kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne dê bêfayde be.
Kurdistanîyên ku endîşeya “girêdana di navbera îradeya azadîyê ya dîrokî û dînamîkên dîrokî de” ku di seranserê metna Konseptê de behsa wê hat kirin di xwe de xweyî dikin, dixwazî bila ji vê agahdar bin yan nebin ferq nake, bi awayekî xwezayî hemî di çarçoveya terîma AZADÎyê de cih digrin. Çunkî dema ku terîma AZADÎyê telafuz dibe, tesewura ku serê pêşî di zîhn de çêdibe tenê endîşeya ku bi kurdistanîyan re heye ew e. Terîma AZADÎyê bi Însîyatîfa ku roja 10 hezîran 2012 de hate îlankirin re bi awayekî sabît kete merheleya bi goşt û gewde bûnê. Merheleya şênberbûna wê jî ku di rojên 6-7 îlon 2014 de çêbû re dê resmen bibe avanîyek.
Avadanî, encama pirsa acîlîyetên kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne ye ku bi tena serê xwe problema xwe hel bikin û ji vê mesûlîyetê nerevin. Divê kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne bi nasnameya xwe cihê xwe yê di dîrokê de bigrin. Heta ku ayendeya xwe dîyar bikin divê xwe bi pêş ve bibin. Çunkî kurdên ku di çarçoveya terîma AZADÎyê de ne tiştê ku baş dizanin ev e; heta ku ew bi xwe nebin dîyarkerê xwe, yanî xwe tehqîr bikin û bikin mehkumê parçebûna kesayetîyê û angajeyê wê bibin, di vê rewşê de dê nikaribin texrîbata li ser çawanî û karakterê xwe yê dînî, însanî û exlaqî tamîr bikin; û di vê rewşê de dê ne dîn, ne însanîyet û ne jî exlaqê wan temam bibe; û dê hem ji bo dîn, hem ji bo însanîyetê hem jî ji bo exlaqê xwe hertim di nav rewşeka reaksîyonel de bin.
Yên ku xwedîtîyê li endîşeya xwe nakin ev tê vê wateyê ku xwedîtîyê li nasnameya xwe jî nakin. Çunkî yên ku xwedîtîyê li endîşeya xwe nekin nasnameya wan jî ji buhranê dernakeve. AZADÎya ku vê baş dizane, biryar daye ku bi hêza xwe ya mexsûsê xwe nasnameya xwe îbraz bike û bi avakirana ku temsîlîyeta wê ya sîyasî nîşan dide deklere dike.
Tewfîq û înayeta Xwedayê mezin li ser me hemîyan be; ronahîya wehya îlahî riya ma rohnî bike. (Amîn)
 
6-7 îlon 2014, Diyarbekir
Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê
Hereketa AZADÎ