Malper > Nue > Ne Dema Şerî, Dema Tifaqê ye!

Ne Dema Şerî, Dema Tifaqê ye!

Daxuyaniya Çapemeniyê ji bo pevçûna di navbera KDP-Î û PKKê


Ji bo Çapemenî û Raya Giştî

 

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

 

Ne Dema Şerî, Dema Tifaqê ye!

 

Parçebûna Kurdistanê û îxtîlafa di nav gelê Kurdistanê de, ev bi sedan sal in bi zanetî di bin hegemonyaya leşkerî û siyasî ya dagirkeran de berdewam e. Statuya heyî ya Başûrê Kurdistanê û nasîna wê di nav welatên navnetewî de û her wiha destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurdistanê muhîm e. Bi vê yekê re jî têkoşîna civakî û siyasî ya li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ku di nav sînorên Îranê û Tirkiyê de ne, cihê pîroziyê ye.  

 

Lê belê her çiqas îxtîlafa siyasî û birakujiya berê ya li her çar parçeyan hê jî nehatibe jibîrkirin, her wiha ne lazim e di roja îroyîn de û her gav ku em qala nemeşrûbûna birakujiyê bikin û bi bîr bixin ku pirsgirêk divê bi axaftin û muzakere û şêwrê bên çaraserkirin. 

 

Li Bakurê Kurdistanê nexweşiya şexsî ya di navbera Hüda-Par û HDPê û li Başûrê Kurdistanê kêşeya siyasî ya di navbera KDP û PKKê de û di dawiyê de pevçûna di navbera KDP-Î û PKKê de ne mimkûn e ku bê qebûlkirin.

 

Ev meseleya ku em ê bi tu hawî qebûl nekin, watedar e ku piştî ziyareta welatên derve ya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ku ji aliyê welatên dinyê ve hat pesinandin û her wiha piştî gotinên cenabê Serok ên ku ji devdorên siyasî yên Kurdistanê re gotibû “Piştgiriya min bikin, ez ê îro serxwebûnê bidim zanîn” derketine holê û em dîsa didin zanîn ku em ê vê rewşa nexweş tu carî qebûl nekin.

 

Îradeya navnetewî jî tifaqa gelê Kurdistanê û bi taybetî jî tifaqa otorîteyên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê hewce dibîne da ku îtîbara hukmî ya Kurdistanê eleqeya ku heq kiriye, bibîne.

 

Ji ber van yekan di şûna ku partî, hereket û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê tifaq bikin û li platformên hevpar destê hev bigirin, lê belê rabin îxtîlafan bidomînin, hê jî xerabtir bikevin pevçûnên çekdarî, ev yeka sedî sed li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ne.

Eşkere ye ku warê tifaqê jî Kongreya Netewî, Parlamentoya Netewî an jî Cepheya Netewî ye. Pir muhîm e ku hemû partî, hereket û rêxistinên Kurdistanî deskeftiyên heyî bigirin ber çav û ji helwestên xerab ên ku zirarê bidin Başûrê Kurdistanê û tevecuha ku Birêz Mesûd Barzanî li derve dîtibû, dûr bisekinin. Divê li destkeftiyên Rojava jî xwedî derkevin.

 

Ji bo tifaqa netewî ya li her du parçeyên Kurdistana ku di nav sînorên siyasî yên Tirkiyê û Îranê de mane, hewceyê xebatê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê, birakujiya di navbera partî û rêxistinên Kurdistanî de heram e, sûc e, li dijî berjewendiyên gelê me ye û ne li gorî şiûra netewî ya dîrokî ye.

 

Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ hemû aliyan vedixwînin şêwrê, muzakereyê, hevkarî û tifaqê. Her wiha em pêşniyar dikin ku bila her alî guh bidin bangawazî û çareseriya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê. 

 

Bi vê munasebetê em ji bo Pêşmergeyên şehîd rehma Xwedê û ji bo yên birîndar jî şifaya xêrê dixwazin. Bila serê gelê Kurdistanê sax be.

 

Qehr li birakujiyê be!

 

Bijî biratiya gelê Kurdistanê!

 

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

 

24.05.2015 Diyarbekir