Malper > Nue > Peyama Piştgirîyê ya Başûrê Kurdistanê

Peyama Piştgirîyê ya Başûrê Kurdistanê

 

Îro li başûrê Kurdistanê rewş ew e ku ber bi serxwebûnê ve diçe. Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ bican û dil piştgirî didin vê rewşa pîroz a ku perçeyekî Kurdistanê dike azad.


 

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

 

“Em jî dixwazin li wan ên ku li ser erdê hatine qelskirin keremê bikin û em wan bikin rêber û em wan bikin mîradgirê erdê.” Sûreya Qesesê / Ayeta 5an

 

Kurd û welatê wan Kurdistan, yek ji mezlûmên cîhanê yên bi sedsalan e. Welatê Kurdistanê (bêyî îradeya Kurdistanîyan) hatiye dabeşkirin û miletê Kurd bi zilm û zorî hatiye bindestkirin.

 

Li hember zilm û zordarîya dagirkerên Kurdistanê her çi ku zordestî kirine di heman demê de miletê Kurd ji bo parastina axa xwe rabûye ser xwe û her tim ber xwe daye.

 

Divê bê zanîn ku heqê Kurd û Kurdistanîyan heye ku bibin muxalifê hevûdin. Lê heqê tu Kurdekî, partî, rêxistin û sazîyekî Kurdan tune ye ku bibe muxalifê destkeftîyên Kurd û Kurdistanê.

 

Îro li başûrê Kurdistanê rewş ew e ku ber bi serxwebûnê ve diçe.

 

Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ bican û dil piştgirî didin vê rewşa pîroz a ku perçeyekî Kurdistanê dike azad.

 

Bi vê minasebetê; em banga pîroz a piştgirîyê ya ku Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî ji bo ragihandina serxwebûna başûrê Kurdistanê kir bi awayekî erênî dibersivînin û ji Xwedayê Teala nîyaz dikin ku serxwebûn bê bidestxistin.

 

Bi îzna Xwedayê Teala her perçeyekî Kurdistanê dê bibe xwedî statuyek û dê ber bi serxwebûnê ve biçe.

 

Bijî Azadî


Bijî Kurdistan

 

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / 
Hereketa AZADÎ