Malper > Nue > Partiyên Bakur piştgiriyê didin serxwebûnê

Partiyên Bakur piştgiriyê didin serxwebûnê

 

Partiyên Bakurê Kurdistanê bersiva banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dan û ragihandin, ew di mijara serxwebûnê de pişta Barzanî digirin.


 

Mesûd Barzanî li ser serdana xwe ya Amerîka û Ewropayê her wiha rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê bi rayedar û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiyabû.

 

Barzanî di civînê de ji partiyên siyasî re gotibû, “Eger hûn pişta min bigirin û nakokiyên nav xwe çareser bikin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim.”

 

Partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê piştgirya xwe ji bo wan gotinên Barzanî bi rêya Rûdawê nîşan dan.

 

 

Endamê Desteya Rêveberiya Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa Azadî İsmet Aydemir diyar kir, ew bêşert piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin û anî ziman divê kurdên herçar parçeyên Kurdistanê bibin yek.

 


 

Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK) Sertaç Bucak: Em piştgirya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê dikin. Gotinên Serok Barzanî ji bo me girîng in. Dema sexwebûnê hatî ye. Divê di serî de partiyên kurdî û gelê kurd piştevaniya Barzanî bikin.

 

 

Serokê Giştî ye Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik: Em wek PAKê di meşa serxwebûnê de bi dil û can bi gelê xwe re, bi Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî re ne. Êdî ti pînê nikare her sê parçeyên Iraqê bi hev ve bigire. Divê tevahiya kurdan piştgirya Barzanî bikin. Bila fikra dewletbûnê li 4 parçeyên Kurdistanê geş bibe ku Başûrê Kurdistanê bibe serbixwe.

 

 

Serokê Giştî yê Huda-Parê Huseyin Yilmaz: Li Iraqê jixwe parçebûnek heye. Heger gelê Kurdistanê jî referandumê pêk bîne çima serxwebûn çênebe. Hewldana ragihandina serxwebûnê biryarek di cih de ye. Bila partiyên kurdî jî pirsgirêkên di navbera xwe de danin alîkê. Beriya her tiştî ya girîng berjewendiyên kurdan e. Divê mafê kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe hebin. Em jî wek partiyê piştgiriya vê yekê dikin.

 

 

Siyasetmadarê kurd Bayram Bozyel jî anî ziman ragihandina serxwebûnê pêvajoyek giriftar e û wiha domand: “ Beriya mercên herêmî û neteweyî  divê beriya her tiştî yekîtiya kurdan pêk bê. Beriya van mercan divê em wek siyasetmedarên lihev bikin.”

 

Bozyel wiha domand: “Serxwebûn ji bo kurdan biryarek stratejîk e. Heger kurd piştgiriya Barzanî bikin ewê li hemberî qada navneteweyî û Bexdayê bihêztir be. Bêguman em piştgirya wê banga wî dikin. Herwiha piştgiriya gel jî gelekî girîng e."


Kaynak: http://www.haberdiyarbakir.com