Malper > Nue > Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re


Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

 

Em di wê qeneatê de ne ku wek Hereketa AZADÎ nêrîn û helwesta xwe ya li dijî bûyerên muhîm ên ku ev çend rojên dawî ne li Kurdistanê û li Tirkiyê rû didin, bi raya giştî re parve bikin. Bi vê mebestê;

 

1. Mixabin helwesta înkarkirinê ya dewlet û hikûmeta Tirkiyê ya li hemberî Kurdan û Kurdistanê ku ji mêj ve ye heye, hê jî didome. Li dijî vê helwestê ji bo siyaseteke li gorî aîdiyet û nêrîna xwe ya siyasî bê pêkanîn, daxwaz ji gelê Kurdistanê û temsîlkarên wan ên siyasî bi israr tê kirin û heya ev daxwaz pêk were dê ev israr jî bidomin.

 

Heqê me yê herî rewa ye ku em bi nav û ala Kurdistanê, bi nasname û aîdiyetên xwe ve bên temsîlkirin. Bi mebesta ku ne li gorî mewzûatên dewleta Tirkiyê ne, astengiyên ku tên çêkirin hem li dijî hiqûqa îslamî, navnetewî û hevpeymanên gerdûnî ne hem li dijî ruhiyeta “prosesa aşitiyê” ne. Ji ber vê yekê em hemû astengiyên li pêş heqê Kurdan ê herî rewa yên wek bikaranîna ala, nav û sembolên din ên Kurdistanê tên çêkirin, mehkûm dikin û bi tundî şermezar dikin.

 

Em wek Ji Bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê/ Hereketa AZADÎ, didin zanîn ku em ê bi nav, ala û hemû sembol û nirxên din ên Kurdistanê kar û barên xwe bidomînin. Bi vê mebestê em bangî Dewleta Tirkiyê dikin ku hemû kiryarên xwe yên nemeşrû û nehiqûqî yên astengçêker ku li dijî saziyên siyasî û sîvîl ên li Kurdistanê pêk tîne, ji holê rake.

 

2. Em bangî hemû sazî û partiyên siyasî, STK û gelê li Kurdistanê dikin ku di serî de gelê Şingal û Kobanê û hemû birayên me yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku malên xwe terikandine û mexdûrên karesata DAÎŞê ne, di şert û mercên dijwar ên zivistanê de alîkariyên xwe kêm nekin. Çimkî parvekirina pariyekî nanê xwe û îmkanatên xwe bi wan birayên me yên ezîz re hem wezîfeya me ya însanî, dînî û hem jî netewî ye.

 

3. Êrîşên hovane yên DAÎŞê tenê li ser Şingal û Kobanê bi sînorkirî nemane, her wiha bi makîneyên tije teqemenî û bi bombeyên zindî li bajarên din ên Kurdistanê jî pêk tên û berdewam in. Mixabin ji van êrîşan a herî dawî êrîşa terorî ya li Hewlêrê bû. Em hemû êrîşên DAÎŞê yên bi vî rengî jî bi tundî şermezar dikin û ji wan kesên ku di van êrîşan de bûne qurbanî ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji birîndaran re şifa û ji malbatên qurbaniyan re jî sersaxî dixwazin.

 

4. Di serdemeke wiha de ku êrîşên li ser Kurdistanê ev qas zêde bûne, li dijî helwestên dewletê ku ji xwedîderketina reng û sembol û nirxên gelê Kurdistanê re astengiyan çêdike, em hemû derdorên îslamî, sazî û partiyên siyasî, STKyên li Kurdistanê û gelê me vedixwînin hişyariyê.

 

Bi vê mebestê em bangî her kesî dikin ku hêzê bidin deng û xebatên “Ji Bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê/Hereketa AZADΔ ku li Kurdistanê bi hesasiyetên îslamî, têkoşîna netewî û tifaqa netewî kiribe navenda armanc siyaseta xwe.

 

Bi rêz û hurmet.

 

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê/Hereketa AZADÎ