Malper > Nue > Li Ser Rojevê Daxuyaniya Hevpar

Li Ser Rojevê Daxuyaniya Hevpar


Hereketa AZADÎ,HAK-PAR, KADEP,PAK,KUDP-H, TEVGER,Guruba Diyalogê ya Dicle û Firat û hinek dezgehên sîvîl ên li Diyarbekirê hatin ba hev û daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin.

JI RAYA GIŞTÎ RE

Di van rojên dawî de alayên li ser Komeleya Ciwanên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê ji aliyê polîsan ve bê agahdarî hatin daxistin.

Ala Rengîn rûmeta me ye, weke her neteweyan,nirxên Kurdistaniyan yên jêneger jî hene,Ala Rengîn remza temamê Kurd û Kurdistaniya ye.

Ji aliyê din ve,li Zaningeha Artukluyê li ser xebatên çanda Kurdî tehamulî nekirin û Prof. Dr. Kadri Yildirim bi komployekê hate binçavkirin.

Dîsa,piştî ku Partiya Azadiya Kurdistanê bi fermî muracaata damezrandina xwe kir, mixabin bi awayekî ne qanûnî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, belgeya teslîmwergirtinê teslîmî damezrênerên PAKê nekir.

Ev helwesta li djî PAKê, binçavkirina Kadri Yildirim û ya li dijî alaya Kurdistanê, nîşana siyaseteke nû ya Hikûmeta AKPê ya li dijî azadiyê, demokrasiyê û nirxên neteweyî ye.

Li ser van tehamuliyên nirxên Kurd û Kurdistanê, serokwezirê Tirkiyê birêz Ahmet Davutoglu dibe mêvanê Herêma Kurdistanê; ev nakokî nayê îzahkirin.

Em saziyên ku li jêr îmza wan hene,bêhiqûqiyan şermezar dikin û hikumetê dawetî hiqûqê dikin.

PAK

HAK-PAR

KADEP

KUDP-H

HEREKETA AZADÎ

DDKD

DIYALOGA DÎCLE Û FIRATÊ

TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ