Malper > alak > Tam dema wê ye ku xerabî derî li ber xêrê veke!

Tam dema wê ye ku xerabî derî li ber xêrê veke!

 

Tam dema wê ye ku xerabî derî li ber xêrê veke!

 

Weha xuya ye ku rê li ber hewildana kudetayê ya komeka leşkerên tirkî  ji bo vê gavê  hatiye girtin.

 

Jiber ku di siyaset û hişmendîya rêveberîya dewleta tirk de  demokrasîyeka mukîm û qebûlkirina yê nejixwe tune ye, tî kes nikare bibêje bi temamî xetera kudetayê nemaye.

 

Dam û dezgehên garantorîya demokrasîyê ava nebûne, yên heyî jî ne bi hêz in.

 

Çareserkirina pirsa Kurdistanê  garantîya demokrasîya Tirkiyeyê ye jî.  Qebûlnekirina rastîya kurd û Kurdistanê, nebûna programeke qebûlbar,  bandorê li hemû pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî dike, mîlîtarîzmê bihêz dixe. 

 

Eger Partîya Dad û Geşedanê (AK Parti) bi rastî jî dixwaze rê li ber kudateyan bigre, divê bi hêza piştgirîya xelkê ya li hember kudateyan peyda bûyî, gavên ku demokrasîya rasteqîn bi cih bike bavêje û bi vî awayî jî bi temamî xetera kudetayan ji holê rake.

 

Gava pêşî jî eve ku, divê li ser bingehê wehhevîyê, aştîyane, bi riya dîyalogê rê li ber çareserîya siyasî ya pirsa kurd û Kurdistanê bê vekirin, divê  demokrasî li civatê berfireh bibe, dezgehên demokratîk û siyaseta sîvîl bihêztir bibin.

 

Heger em bixwazin xerabî rê li ber xêrê veke, tam dema wê ye!

 

Pir eşkere  ye ku netewa kurd ji herkesî zêdetir zerar û ziyan ji  kudetayan dîtiye. Rastîyek heye ku kudetayan hemî destkeftên me bela wela kirine û ev rastî  jî helwesta  kurdan  ya li dijî  kudetayên eskerî watedar dike..

 

Ji ber vê yekê em partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê  yên li jêr navê wan heye, gazî hukûmeta AK Partîyê dikin ku  vê piştgirîya civakî ya ku di rêlibergirtina kudetayê de bi dest xistîye, ji bo bicîhkirina siyaseta xwe ya teng bi kar neyne. Dest ji siyaseta tundûtujî û  neçareserîyê berde.  Li şûna vê yekê gavên çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê bavêje.

 

Em gazî hêzên demokratîk, siyasî û sivîl  yên kurd û kurdistanî jî dikin; ji bona ku em bikaribin vê prosesê, berjewendîyên gelê me jî tê de,  ji bo berjewendîya hemû gelan bi kar bînin, divê em li ser bingehê reftarên hevpar, hevkarî, hevgirtinên  û tifaqên xwe ava bikin.

 

HEREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK