Malper > alak > EDALET Û AZADÎ TUNEBE, AŞTÎ Û ARAMÎ PÊK NAYÊ

EDALET Û AZADÎ TUNEBE, AŞTÎ Û ARAMÎ PÊK NAYÊ

 

 

Koordînatorê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa Azadî Ali Fuat Doğuç daxuyaniyek da Rûdawê û got ku; "Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê AZADÎ hem li Kurdistanê hem li Tirkiyê hem jî li dinyayê li hember derbe û tund û tûjîyan e. Em dixwazin pirsgirêkên civakî û siyasî bi rê û rêbazên aştîyane û demokratîk werin çareserkirin.

Hewldana vê derbeyê de derbekaran derbe xwar.
Em dibînin ku li başûr jî li bakûr jî partî û tevgerên Kurdan li hember derbeyê helwesta xwe nîşan didin.
Ev demek dirêje Gelê Kurd û Kurdistanê bi derbe, êriş û kuştin û lêdanê rûbirû ye. Heya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê çareser nebe li van welatan xetereya derbeyan naqede.
Ger edalet û azadî tunebe, aştî û aramî pêk nayê.
Gelê Kurd û Kurdistanê ji bo tevlîbûna Yekitîya Ewropayê jî, ji bo Pêvajoya Çareserîyê jî piştgirîyek xurt da.
Divê li Tirkiyê makezagonek nû were çêkirin û nasnameya Kurdan wek miletbûnê were qebûl kirin. Ji bo yekitî û çareserîya pirsgirêkan; diyalog, kar û xebatên me yên bi Partiyên Kurdistanî re berdewam in."