Malper > alak > Sıdkı Zilan: Em ne alîgirê şer û şîdetê ne

Sıdkı Zilan: Em ne alîgirê şer û şîdetê ne

 

Sekreterê Giştiyê Hereketa Azadiyê Sıdkı Zilan got: ''Em ji bo berjewendiyên kurdan hereket dikin û em ne alîgirê şer û şîdetê ne"

Li bajarên kurdan piştî şerê di navber hêzên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên dewleta tirk dest pê kir bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, bi deh hezaran xanî hilweşiyan, bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Nîqaşên li ser şerê di nav bajarên kurdan de dewam dikin.

Sekreterê Hereketa Azadiyê Sıdkı Zilan li ser şerê li nav bajarên kurdan û atmosfera siyasî ya bajarên kurdan bi awayekî taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

XETA HDP-DBPê EŞKERE NE LI DIJÎ ŞERÎ BÛ

Zilan got: ''Hikumeta tirk, bi ala û leşkerên xwe tev li bakurê Kurdistanê dagirker e. Em wan li vir meşrû nabînin, bes em ne alîgirê şer û şîdetê ne jî.

Ferqa me û PKKê ji vir dest pê dike. Siyasetmedarên xeta HDP-DBPê jî ji aliyê şiklî ve dibêjin ''Em li dijî şer û şîdetê ne'' lê wek me ne eşkere ne, ne zelal in.

Me di serî de got ku di vî şerî ku niha li bakurê Kurdistanê heye ji bo berjewendiyên kurdan tiştek tune ye. Lê xeta HDP-DBP di vê meseleyê de ewqas ne zelal bû.''

Zilan diyar kir ku wan di hilbijartinan de ji bo aştî û alîkariyê piştgiriyê daye HDPê û li ser rexneyên li ser vê piştgiriyê wiha axivî: ''Ji ber vê piştgiriyê hin derdor me rexne dikin niha. Ji van rexneyan hinek di cî de ne lê em hinekan rast nabînin. HDP ji bo kurdan aktoreke sereke ye. Piraniya kurdan deng dide vê partiyê, kurd partiyê bi rê ve dibin. Em ji bo berjewendiya kurdan hereket dikin. Ji bo berjewendiyan kurdan em dikarin nêzî HDPê jî bibin, dikarin nêzî AKPê jî bibin.''

DI MEHA ÎLONÊ DE KONGRE..

Zilan herwiha destnîşan kir ku di meha Îlonê de Hereketa Azadiyê dê kongreyê li dar bixe û got: ''Roja kongreyê hê ne diyar e, dê kongre li Amedê li dar bikeve. Partîbûna hereketa me bi îredaya kongreyê ve girêdayî ye. Li gorî vê îradeyê belkî em bibin partî belkî em nebin jî.''

Di dawiya axaftina xwe de Zilan li ser rojeva partiyên din ên kurdan wiha axivî: ''Tifaqa partiyên kurdan em baş dibînin. KDP-T û KADEP bûn partiyek, ew gaveke baş bû. Ji bilî wê PSK jî du royên berê li Tirkiyeyê bû partiyeke qanûnî, fermî. Qanûna dewleta tirk ji bo kurdan qanûneke teng e, têra pêwistiyên kurdan nake. Tevî vê yekê jî niha sê partiyên fermî yên di navê wan de Kurdistan heye hene li Tirkiyeyê: KDP-T, PAK, PSK. Ew ji bo kurdan tiştekî erênî ye.''