Malper > alak > PARTIYÊN KURDAN BO ÇARESERIYÊ KONFERANSEK PÊK TÎNIN

PARTIYÊN KURDAN BO ÇARESERIYÊ KONFERANSEK PÊK TÎNIN

 
Li Amedê 6 partî û dezgehên kurdî 6 û 7ê Sibatê de ji bo çareseriyek siyasî konferansek lidar dixin.
 
Ji bo rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê û zindîkirina pêvajoya çareseriyê ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partî û aliyên din ên Kurdistanê jî di nava hewl û xebatan de ne.
 
Ev partî hewil didin ku bibin beşek ji çareseriya meseleya kurdan û arambûna Bakurê Kurdistanê. Bi vê armancê roja 6 û 7ê meha Sibatê bi beşdariya gelek aliyan li Amedê konferansek dê were lidarxistin.
 
Serokê HEREKETA AZADÎ Sidqî Zîlan ji Rûdawê re derbarê konferansa aliyên kurdî de wiha got:
“Me biryar da ku li Amadê di bin navê konferansekê de bicivin. Em dê pêşengên li Bakurê Kurdistanê û metropolan lihev bicivînin. Konferans dê 2 roj berdewam bike.”
 
Biryar e di konferansa Amedê de ku ji aliyê Hereketa Îslamîya Kurdistanê (AZADÎ), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), PDK-Bakur, Partiya Azadiyê û Sosyalîzmê (OSP) û Partiya Soyalîsta Kurdistanê (PSK) tê lidarxistin, çend parlamenterên HDPê, nûnerên HUDAPARê û beşek rêxistinên civaka medenî amade bin.