Malper > alak > Partiyên Bakur: Em ne li dijî xweseriyê ne

Partiyên Bakur: Em ne li dijî xweseriyê ne

 

Partiyên Bakurê Kurdistanê ne li dijî “xweseriyê” ne lê dibêjin, divê şêwaz û rêbazên bidestxistina wê yekê “şer û xendeq” nebe.

Ragihandina “xweseriyê” ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di nav partiyên derveyî KCDê de jî tê gotûbêjkirin.

KCDê xweserî bi 14 xalan ji raya giştî re eşkere kiriye û ji sazî û dezgehên girêdayî xwe xwestiye, wan xalan bicîh bînin.

Hereketa Azadî, ne li dijî wê yekê ye ku kurd xweser bibin lê dibêje, divê hêzên kurd bi hev re tifaq bikin û bi hev re xebat bikin çimkî bi kolandina xendeqan û şerê nav bajaran, jiyana gelê Kurdistanê xirab dibe.

Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) jî mîna Hereketa Azadî hizir dike û dibêje, kurd çi dixwazin bila bixwazin lê divê ew maf bi rêbazên siyasî û diyalogê bên standin û çareserkirin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dibêje, em 14 xalên KCDê yên ragihandina xweseriyê qebûl dikin lê pêwîst nake mirov ji bo vê yekê xendeqan bikole û şer bixe nav bajaran…

Partiyên han dibêjin dê derheqê encamnameya KCDê ya xweseriyê de bicivin û wê yekê binirxînin.

Rûdaw

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/31122015