Malper > alak > Partîyên Kurdistanî Ji bo Rewşa Sîyasî Ya Başûrê Kurdistanê Daxuyanî Dan

Partîyên Kurdistanî Ji bo Rewşa Sîyasî Ya Başûrê Kurdistanê Daxuyanî Dan

 

Partîyên Kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê, HEREKETA AZADÎ, KADEP, OSP, PAK, PAKURD, PDK-Bakur li Amedê li Avahîya Navenda Giştî ya PAKê li ser rewşa sîyasî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş dan çapemenîyê.

Wek ku tê zanîn ji berîya niha li Başûrê Kurdistanê rewşek awarte ya sîyasî qewimî. Li gelek deran êrîş li ser buroyên partîyên sîyasî û yên çapemenîyê hatin kirin. Di van bûyeran de hemwelatîyên başurê Kurdistanê jî jîyana xwe ji dest dan. Partîyên Bakûrê Kurdistanê jî li ser van bûyeran helwesta xwe bi rêya daxuyaniyek hevbeş ragihandin raya giştî.

Daxuyanî bi Kurmancî ji alîyê berdevkê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran ve hat xwendin. Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sinir jî bi Tirkî helwestên van 6 partîyan anî ziman. Piştî daxuyanîyê nûnerên partîyan pirsên rojnamevanan bersivandin.

----------------------------------------------------------------------------------

Kürdistani Partiler, Kürdistan'ın Güneyi'ndeki Siyasi Durum İçin Açıklama Yaptılar

Kürdistan'ın Kuzeyindeki Kürdistani partiler, AZADÎ HAREKETİ, KADEP, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-Bakur Diyarbakır PAK Genel Merkez Binasında bir araya gelerek Kürdistan'ın Güneyi'ndeki siyasi durum hakkında ortak bir basın açıklaması yaptılar.

Bilindiği gibi geçtiğimiz günlerde Kürdistan'ın Güneyi'nde siyasi karışıklıklar yaşandı. Bir çok yerde Parti ve Basın Bürolarına saldırılar düzenlendi. Bu saldırılarda Kürdistan'ın Güneyi'ndeki yurttaşlar da yaşamını yitirdi. Kürdistan'ın Kuzeyi'ndeki Kürdistani Partiler de bu olaylar hakkında ortak bir basın açıklaması yaptılar.

Açıklamanın Kurmancî hali PAKURD Sözcüsü İbrahim Halil Baran tarafından okundu. Daha sonra da PAK Genel Başkan Yardımcısı Nuri Sınır da Türkçe olarak 6 partinin bu konu hakkındaki görüşlerini dile getirdi. Açıklamadan sonra parti temsilcileri gazetecilerin sorularını yanıtladı.

-----------------------------------------------------------------------------------

Daxuyanîya hate xwendin ev e;

Heke em li dîroka sed salên dawî ya gelê Kurd û welatê me Kurdistanê binêrin, dibînin ku destkevtiya herî mezin netewa Kurdistanê bi dest aniye, Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê ye. Xelkê Kurd û pêkhatiyên Kurdistanê li başûrê welatê me pêkve xwedî dewleteka federe ne. Rol û bandora Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê ji gelekî dewlet û hêzên herêmê zêdetir e. Ev destkevtin û ev dem, di dîroka netewa me de dem û pêvajoyeke siyasî zêrînî ye.

Ev destkevtina zêrînî di saya hemî partî û rêxistinên başûrê welatê me û bi fedekarî û têkoşîna gelê me hat bi dest anîn. Bi her cure reng û dengên xwe ve, hemî partî û rêxistinên vî beşê welatê me para xwe di vê serkevtinê de heye. Herweha ev destkeftina, berhema ked, xebat û piştgirîya hemû gelên me yên çar perçeyên Kurdistanê ye.

Netewa Kurd û pêkhatiyên Kurdistanê li hemû beşên welatê me; li bakur, rojhilat, rojava û her wisa dîasporaya Kurdî bi hebûn û serkevtinên Dewleta Federe Ya Herêma Kurdistanê şanaz û serbilind in. Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ji bo gelê Kurd bo dahatuyê bûye cihê baweriyê, hêvîyê, bûye stargehek bo me hemûyan.

Em şeş partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê jî bi Dewleta li başurê Kurdistanê serbilind in. Serkevtinên Dewleta Federe me dilşad dike, krîz û alozî jî me diêşînin.

Îro li Başûrê welatê me , dijminên gelê Kurdistanê şerê gelê me dikin. Yek DAIŞa terorî ya hov e ku bi komkujî û xwîn rijandinê wazîfeya xwe tîne cîh. Şerê duyemîn jî ya şerê aborî ye. Ev şer jî ji alîyê Hikumeta Bexdayê tê meşandin. Şerê sêyemin jî bi rêyên siyasî, dîplomasî û têkdanên civakî ve têne meşandin.

Dijminên Kurdistanê dixwazin bi rêya van 3 hêzan ve Dewleta Federe ya başûrê Kurdistanê birîndar bikin, têkbibin, meşa wê ya serxwebûnê bişkînin, lawaz bikin.

Di demeke weha de bi ya me Pirsgirêka Serokatîya Herêma Kurdistanê, ne pirseke esasî ya gelê me ye. Diviyabû bi rêya guftûgo û mitabaqateke hevbeş ev prisgirêk bihata çareser kirin.

Rola rêzdar Mesûd Barzanî, Serokê Herême Kurdistanê, ber çav e di parastin û pêşxistina destkevtiyên li başûrê welat de. Ev rol dê di berjewendîya gelê me de be. Pirsgirêka ‘’sîstema serokatîyê’’ an ‘’sîstema parlamenterîyê’’ jî, divê bi mutabaqateke hevbeş an jî bi raya gelên Kurdistanê bê çareser kirin.

Ew dijminên Kurdistanê yên ku dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin, îro bi leyîstikên xwe yên qirêj, dixwazin li Başûrê Kurdistanê careke din rê ji şerê birakujiyê re vekin.

Em bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dikin. Hişyar bin. Dijminên gelên Kurdistanê dixwazin hêvîya hemû Kurdistanîyên cîhanê bişkînin, dixwazin Kurdistanê xera bikin. Bila kes neyê vê leyîstikê. Pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî yên Başûrê Kurdistanê, helbet ku divê bêne çareser kirin; ev daxwazeke însanî û meşrû ye. Lê nabe ku ev daxwaz û xwepêşandan bibin sebebê şikandin, birîndar kirin û têkbirina Dewleta Federe ya Kurdistanê. Gelên Kurdistanê divê bizanibe ku, reaksîyona demokratîk û şewitandina avahîyên partîyan du tiştên li ziddî hev in. Şewitandina avahîyên partîyan, dezgehên sivîl û çapemenîyê, şewitandina azadîyê, şewitandina demokrasîyê ye.

Îro li Başûrê Kurdistanê Parlamentoyek, Hikûmetek û Serokatîyek heye. Hikûmeta Kurdistanê hikûmeteke ku hema hema ji temama partîyên li parlemantoyêne pêk hatîye. Berpirsiyarê hemû xweşî û nexweşîyan hemû partîyên ku di Hikûmetê de nin. Nabe ku yek partî wek berpirsyar bê dîtin û êrîş lê bê kirin.

Divê Komîteyeke Taybet ya bêalî, jibo lêkolîn kirina van bûyerên vê dawîyê bête damezrandin û yên ku qanûn binpê kirine, bêne darezandin.

Divê hemû Kurdistanîyên cîhanê bi dengêkî bilind, piştgirîya Dewleta xwe ya li Başûrê Kurdistanê bikin.

Divê em rê nedin planên dijminên Kurdistanê. Divê em kêfa dijminan li xwe neynin.

Divê hemû partîyên Başûrê Kurdistanê bi rêyên guftûgo, dîyalog û rêzgirtinê hemû pirsgirêkên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê çareser bikin.

Divê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî wek her caran, bi helwesta xwe ya Kurdistanî, bangî hemû alîyan bike û ji bo çareserîya pirsgirêkan rêyên maqûl peyda bike.

Di vê demê ku li Rojhilata Vavîn û li Kurdistanê guherînên berfereh pêk tên, pêwist e em giranî bidin faktorên siyasî û diplomatîk. Diyar e ku Rojhilata Navîn di guhartineke dîrokî re derbas dibe û mumkîn e herêm rûbiruyê erdnigariyeke siyasîya nû were.

Di vê demê de NABE ku gelê Kurd û Kurdistan careka din wekî piştî şerê yekemîn û yê duyemîn ê cîhanê bixesire! Gelê me divê di armanca dewletbûnê de bi serbikeve! Ev jî pêwistî bi yekrêziya navxweyî û bi serkirdeyatiyeka bihêz heye.

(Dîyarbekir, 15.10.2015)

AZADÎ, KADEP, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR