Malper > alak > Peyama Eyda Qurbanê

Peyama Eyda Qurbanê

 

Ji Raya Giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ra

 

Bismîllahîrrehmanîrrehîm

 

Di heyameke ku li erdnîgariya Îslamê û Kurdistanê pevçûn, pirsgirêk û şerê biratiyê heye, em dikevin Eyda Qurbanê. 

 

Daxwazên sereke yên gelê alema Îslamê, Tirkiye û Kurdistanê ew e ku di ciyê cudahiyê da tifaq, di ciyê şer da aştî, di ciyê bêedaletiyê da hiqûq û di ciyê pêkutiyê da azadî hakim bibe. 

 

Em hêviya xwe mihafeze dikin, dixwazin şer û pevçûn bi dawî bibin û penaberên ku ji bo ewlehî û debara xwe welatên xwe terikandin ji bîr nakin. Bi van hestan em Eyda Qurbanê pîroz û bimbarek dikin. 

 

Em bangî hemû endam, nûner, rêvebir û dildarên HEREKETA AZADÎyê dikin ku di eydê da herin serdana nexweş û nasên xwe û destê alîkarî û biratiyê dirêjî her kesî bikin. 

 

Em dixwazin şer û pevçûnên di navbera dewleta Tirkiye û PKKyê da demildest rawestin, pirsgirêk bi rêya siyaset, diyalog, hiqûq û edaletê werin çareserkirin û zirar negihêje mal û canê gel.

 

Ji bo azadiya Kurdistanê divê rêbazên tundiyê neyên emilandin û alternatîfa şer jî koletî nîne azadî ye.

 

Bi vê wesîleyê Xwedê rehma xwe li şehîdên Kurdistanê bike û sebr û tebatê bide malbatên şehîdan û gelê me.

 

Em hêvî dikin ku eyd ji bo aştî, biratî û azadiyê bibe wesîle û em bi ‘aştî’ya ku silava Xwedê ye, gelê xwe, alema Îslamê û hemû mirovahiyê silav dikin. 

 

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADΠ