Malper > alak > Bi Wesîleya 1ê Îlonê Roja Aşitî ya Cihanê Ji Çapemenî û Rayagiştî re

Bi Wesîleya 1ê Îlonê Roja Aşitî ya Cihanê Ji Çapemenî û Rayagiştî re

 

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

 

Wek Ji bo Maf, Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ me berê jî îfade kir; baweriya me ew e ku daxwazên maf, dad û azadî yên li Kurdistanê û Tirkiyê divê bi riyên meşrû, bi diyaloga siyasî û bi mutabeqetek muqabeleyî werin bersivandin.

 

Eşkere ye ku siyaseta înkar, îmha û bişavtin a ku Dewleta Tirkiyê bi sedan sal in, di meseleya Kurd û Kurdistanê de dimeşîne, îflas kiriye û dîsa eşkere ye ku ji bo bi destxistina azadî û mafên Bakurê Kurdistanê, li şûna têkoşîna çekî ya PKKê têkoşîna aştiyane, siyasî û civakî li gorî mesleheta gelê me ye.

 

Ji ber vê sedemê em pêşiyê banga PKKê, pişt re jî banga Dewleta Tirkiyê dikin ku tavilê dawî li şer û êrîşan bînin.

 

Em ji aliyan daxwaz dikin ku; bi lez û bez agirbestek mayînde îlan bikin, agirbestê bi gavên bawerdêr tahkîm bikin û di encamê de ji bo mafxwestinê dev çek û tundiyê berdin;  li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka ku sedema wê Dewleta Tirkiyê ye, bila pêvajoyek çareserî ya nû û rasteqîn ku dê hemû hêzên siyasî û aliyên civakî yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve muxatab bê girtin û dê garantorên navneteweyî yên wek aliyê sêyemîn beşdar bibin, bê dest pê kirin.

 

Pêwistiya herî bi lez û bez a Cîhana Îslamê, Kurdistan û Tirkiyê aşitî û rêveberiyek adil e.

 

Xwedayê Gewre ferman dike ku ‘’Aşitî hîn bi xêr e.’’ ‘’Hûn hemû bi komî tevlê aşitiyê bibin.’’

 

Ji Şer Re Na! Niha Dema Aşitiyê ye!

 

Ji bo Maf, Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ