Malper > alak > Li Bakûr benda şerê hat avakirin

Li Bakûr benda şerê hat avakirin

Partî û tevgerên Bakûrê Kurdistanê yên wek Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Hereketa Azadî, Partiya Kurdistanî (PAKURD), Partiya Azadiyê û Sosyalîzmê (OSP) û Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakûr) ji bo ku li Bakûrê Kurdistanê şer bidawî bibe şandeyek avakirin.

Endamên şandeyê ji aliyê partî û tevgerên beşdar ve hatin avakirin.

Armanca wan a sereke ew e ku li Bakûrê Kurdistanê aramî pêk were û xwezaya Kurdistanê êdî talan nebe.

Serokê Giştî ye PAKê Mustafa Ozçelîk da zanîn wan heta niha gelek danûstandin derbarê rawestanidana şerî de li gel dezgehên sivîl pêk anine û wiha got: “Ev şer îro dest pê kiriye zirarê dide Kurdistanê. Ew asta gelê me di gihîştiyê de êdî pêwîstiya me bi şer nîne.

Endamê Hereketa Azadî Sidqî Zîlan da zanîn ku ew xwe wek navbeynkar nabînin û ew jî wek aliyekî kurd û Kurdistanî dê rojên pêşiya me de rola xwe bilîzin.

Şandeya partiyên Bakûrê Kurdistanê dê rojên pêşiya me de hewl bide ku rêxistinên di nava şandeyê de berfirehtir bike û di heman demê de bi balyozxaneya Amerîka ya Enqerê re jî pêşniyara civînan bişîne.

Rûdaw