Malper > alak > Geverî: Bila televîzyonên kurdî li parlamentoyê bên temaşekirin

Geverî: Bila televîzyonên kurdî li parlamentoyê bên temaşekirin

 

Sekreterê Giştîyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADÎ û Parlamenterê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Parlamentoya Tirkiyê xwest, li parlamentoyê televîzyonên kurdî yên mîna Rûdaw TV, TRT KURDÎ jî bên temaşekirin.

Peyamnêrê Rûdawê yê Enqerê Şewket Herkî ragihand, parlamenterê Wanê yê HDPê û Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Adem Geverî, îro bi nivîskî daxwaz ji serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kir, televîzyonên kurdî jî li parlamentoyê bên temaşekirin.

Herkî da zanîn ku Adem Geverî daxwaznameya xwe him bi tirkî him jî kurdî pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir û got, di nav wan televîzyonên ku Adem Geverî behs kiriye, Rûdaw TV jî heye.

Naveroka daxwaznameya parlamenterê Wanê yê HDPê Adem Geverî ev e:

“Ji sekretertiya giştî ya Parlamentoya Tirkiyê re,

Daxwaz û rica dikim ku kanalên televîzyonê yên Kurdî yên wekî Ozgur Gun Tv, TRT Kurdî, Rûdaw TV, Van TV, Azadî TV, Jiyan TV, Havîn TV, Mezopotamya TV, Denge TV û Dunya TV yên ku li ser Turksatê weşanê dikin û di pergala weşan a televîzyonê ya Meclîsê de tune ne, tevlî pergala weşanê bên kirin.”

Tê zanîn, li Parlamentoya Tirkiyê temaşekirina televîzyonên kurdî qedexe ye.

Çavkanî: Rûdaw