Malper > alak > Yekemîn Salyada Komkujiya Şengalê

Yekemîn Salyada Komkujiya Şengalê

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî re

 

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

 

Li erdnîgariyek wek Rojhilata Navîn Kurdên Êzidî yên ku welatê wan hatiye çar perçe kirin, bi nasnameya xwe ya Kurdî re bi nasnameya xwe ya Êzidî jî muameleya ‘’yên din ên din’’ dîtine, di salên dawîn de bi wesîleya hıkumeta Başûrê Kurdistanê gihîştinê refahê, di dibistanan de bûne xwediyên dersên dînê xwe û bûne xwediyên sermayeyek aborî ya pêşketî. Bi heman şiklî Kurdên Êzidî yên li Sûriyê dijiyan, ku piraniyên xwe li Cizîrê û Efrînê bûn, ji bin bandora politikaya veguherîna demografik û asîmîlasyonê ya rejîma Baasê, ku bi navê Kemera Ereban dihat meşandin, rizgar bûn û li heremên ku Kurd bi awayekî fiîlî bi rêve dibe, gihîştin rehetiyekê.

 

Bi êrîşkirina rêxistina hov a DAÎŞê, ku piştî dagirkirina Iraqê û pêla Sûriyê derket, bi ser herêma Şengalê ya Kurdistanê dîroka Kurdên Êzidî dîsa dubare kiriye û komkujiyek sistematik ketiye dewrê. Di Hezîrana 2014an de ketina DAÎŞê ya Mûsilê, xebera Komkujiya Şengalê dida lê dîsa jî dewletên heremê û hêzên global pêşî li vê êrîşê negirtiye û çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine.

 

Dîroka Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan tijî ye. Her dîrok, ji bo me hişê me yê dîrokî dide zindî kirin, êşa me nû dike. Îcar jî Dîrok 3ê Tebaxa 2014an; DAÎŞa ku dagirkerê rojane yê Kurdistanê ye û bi mexreca netewperestiya Erebî derketiye, li herêma Şengala Başûrê Kurdistanê hemû zilam girtine û kuştine, wek xenîmet dest daye ser jin û keçan, gund şewitandine, xanî û avahî bi erde re kirine yek û hemû ma’bet texrîp kirine. Hinek Kurdên êzidî yên ku bi zorê ji komkujiyê xelas bûne li bajarên Başûrê Kurdistanê, hinek jî li cem Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê hewiyane. Îro li Başûrê Kurdistanê 200.000, li Rojavayê Kurdistanê 7 hezar, li Bakurê Kurdistanê nêzî 15 hezar Kurdên Êzidî di nav şert û mercên zor de û di wargehên cuda de dijîn. Ji bo van qet statuyek hiqûqî jî Eu ewlehiyek teqez jî tune ye.

 

Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ dixwazin bidin diyar kirin ku pêwîst e hêzên leşkerên Kurdan, bi piştgiriya koalisyona navneteweyî  hêzên DAÎŞa hov bi temamî ji Şengalê paqij bikin û Kurdên Êzidî yên ku ji Şengalê reviyane dîsa bînin li Şengalê bi cih bikin.

 

Bi wesîleya salyada Komkujiya Şengalê em ji bo xwûşk û birayên xwe yên ku li Şengalê bi awayekî hovane hatin qetilkirin ji Xwedê rihmê, ji bo malbatên wan ên dilbiêş jî sebrê dixwazin.  

 

Ji bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

 

3 Tebax  2015

 

Amed