Malper > alak > Şermezarkirina Qetlîama Zergelê

Şermezarkirina Qetlîama Zergelê

 

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

 

Mixabin balafirên şer yên dewleta Tirk dîsa axa welatê me, gundê Zergelê bombebaran kir.

Di vê bombebarana dewleta Tirk de jê 8 sivîl 2 jî gerîla bi tevahî 10 Kurd şehîd ketin û jê 3 giran bi tevahî 11 kes jî birîndar bûn.

Ji bo şehîdan sersaxiyê, ji bo brîndaran jî şifaya xêrê dixwazim. Xwedê şehîdên me bi rihma xwe şad bike.

Ev bombebaranên dewleta Tirk û bi taybetî qetilkirina sivîlan qet nayê qebûl kirin.

Ez vê qetlîamê û dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar û la'net dikim.

Ji bo ku hîn zêde xwîn neyê rijandin jî divê tavilê herdu alî vegerin ser proseya lihevkirinê.

Şer ne çareserî ye.

 

Adem Geverî

Sekreterê Giştiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADÎ û Parlamenterê Wanê