Malper > alak > Bila şer raweste, bila kes neyên kuştin!

Bila şer raweste, bila kes neyên kuştin!

Dewleta Tirk careke din siyaseta xwe ya şer û îmhakirinê diceribîne.

 

Qetlîama Pirsûsê, şewitandina daristanan, êrîşên HPG, YDG-H li dijî polîs û leşkeran û vê dawiyê êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk yên li ser meqerên PKKê yên li başûrê Kurdistanê, qedexekirinên li ser çapemeniya Kurdan, pêşîlêgirtinên li ser xebatên partiyên siyasî, avahiyên civakî yên sivîl û avahiyên demokratîk wek fîlmeka ku me bi caran temaşekiriye tîne bîra mirovî.

 

Em ji  senaryoyên tarî  yên ku dixwaze şerrawestandinê sabote bikin, bi tûndî  dibêjin NA. Em dibêjin êdî bila careke din dayikên Kurdistanê û Tirkîyê negirîn, bila kes neyên kuştin.

 

Em bangî  dewleta Tirkiyê dikin ku dest ji hemû êrîşen li bakur û başûrê Kurdistanê berde, qedexeyîyên li ser çapemenîya Kurdan rake, dawî  li êrîş û şiddetê  bîne. Ev aqilmendiya li ser şer û îmhakirinê avabûye ji tu kesî re dê feydê neyne.

 

Em bangî PKK, KCK, HPGê dikin ku, ji bilî mafê parastina xwe ya meşrû, dest ji êrîşên li dijî polîs û leşkeran berde. Ev di qada netewî û navnetewî de zerareke  mezin didin doza Kurdistanê.

 

Dewleta Tirk û PKK bila şerrawestînin, bila agirbest bê îlan kirin.

 

Em bangî dewletên cîhanê û rayagiştî ya navnetewî dikin ku însiyatîfê bigrin û rê nedin ku Kurdistan bibe qada şer û mirov bên kuştin.

 

Xêrnexwazên gelê Kurdistanê, dîsa  hewldidin ku hêzên siyasî Yên Kurdistanê bera ber hevdin. Divê hemû gelê Kurdistanê û hêzên siyasî li hember lihîstikên xêrnexwazan hişyar bin. Divê dîyalog, piştgirî û tifaqa di nav gelê me û hêzên siyasî de xurttir bibe.

 

Em dibêjin bila  pirsa Kurd û Kurdistanê bi rê û metodên siyasî û demokratîk, bi dîyalog û guftugoyanwere çareser kirin.

 

Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsa mafê çarenûsîya milletê Kurd e, pirsa bistatubûyîna Kurdistanê ye, pirsa azadîya gelê Kurdistanê ye. Divê pêvajoyeke nuh û rasteqîn jibo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê destpê bibe. Ev jî bi beşdarîya sê alîyan mimkun e. Alîyek  Dewleta  Tirk e. Alîyek em van partiyên ku ev daxuyanîya îmze kirine jî tê de, hemû alîyên siyasî yên Kurdistanê ye. Alîyek jî garantorên navneteweyî ne. Heta ku ev sê alî nebin mixatabê hevdu, ”pêvajoya çareserîyê” dê negihêje armanca xwe.

 

30.07.2015

 

HEREKETA AZADÎ, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR