Malper > alak > Daxuyaniya Ji Bo Hilbijartina 7ê Hezîranê

Daxuyaniya Ji Bo Hilbijartina 7ê Hezîranê

 

“Em wek Hereketa AZADÎ ji ber ku di “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê” da cî digirin, em ê sibê di hilbijartinê da herin ser sindoqê û rayên xwe bidin HDPyê.” 

 

Ji Raya Giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ra

 

Bismîllahîrrehmanîrrehîm

 

Ji ber qetlîama ku di mitînga HDPyê ya Diyarbekirê da çêbû, wê sibê yanê 7ê Hezîrana 2015an roja yekşemê, li Kurdistan û Tirkiyeyê, di atmosfereke cuda û bi êşa welatiyên me yên ku şehîd ketin û birîndar bûn da hilbijartinên parlementeriyê yên giştî çêbin.

 

Armanca êrîşên bi vî rengî ew e ku di nav gelê Bakurê Kurdistanê da cudahiyên sirûştî û siyasî biemilînin, şerê biratiyê derxin û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê asteng bikin. Em bangî hemû partiyên siyasî, tevger, hewldan û saziyên civakî yên sivîl dikin ku li dijî êrîşên wiha baldar bin. 

 

Piştî qetlîama roja înê HDP, DBP û Tevgera PKKyê bi serkeftî banga hesasiyê kir û girse û rêxistinan disiplîne kir, em ji ber vê jî sipasiya wan dikin. Divê di 7ê Hezîranê û piştî hilbijartinê jî ev rewş û serkeftin dewam bike. Wekî ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê da jî derket holê, heger tevgerên organîze li qadan nebin û rêberiya gel nekin, dewleta Tirkiyeyê bi saya destên qirêj gelê me berî hev dide û kuştin, talan û bûyerên ne baş derdikevin meydanê.

 

Bêguman armanca qetlîama ku roja înê li Qada Îstasyonê çêbû jî ev bû. Encamên hilbijartinê çi dibe bila bibe, divê heman helwest û hesasî ji hêla hemû derdor û kesan ve were nîşandan. Bi vê wesîleyê Xwedê rehma xwe li yên şehîd ketin bike û şîfaya xêrê bide yên birîndar bûn. Em bangî hemû partiyên siyasî, tevger, hewldan û saziyên civakî yên sivîl dikin ku tevlî “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê” bibin. 

 

Di vê mijarê da Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ çi bikeve ser milan dike û divê raya giştî ya Kurdistanê vê bizanibe.

 

Em wek Hereketa AZADÎ ji ber ku di “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê” da cî digirin, em ê sibê di hilbijartinê da herin ser sindoqê û rayên xwe bidin HDPyê. Digel vê em bangî endam û dildarên Hereketa AZADÎ dikin ku herin ser sindoqê, rayên xwe biavêjin û wek dildar ji bo ku hilbijartin şefaf û adil be bixebitin. Ji bo ku di hilbijartinê da hîle û xurde çênebin bi hesasî wezîfeya xwe ya Kurdistanî bi cî bînin.

 

Bila encamên hilbijartinê ji gelê me û Kurdistanê ra heq, edalet, azadî, aştî û hizûrê bîne.

 

Digel rêz û silavan …

 

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

 

06.06.2015, Diyarbekir