Malper > alak > LI SER GENGEŞIYA DI NAVBERA HDP'Ê Û HUDA-PARÊ DE DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

LI SER GENGEŞIYA DI NAVBERA HDP'Ê Û HUDA-PARÊ DE DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

 

Ji bo Çapemenî û Raya Giştî yê Kurdistanê re

 

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

 

Li Gundê Xanikê yê navçeya Hezexê yê bajarê Şirnexê aliyên HDP'ê ji bo kampanyaya hilbijartinê ku çûbûn gund bi aliyên HUDA-PAR'ê re şer qewimî û di wî şerê kambax de du endamên HUDA-PAR'ê jiyana xwe ji dest dan.

Hevgirtiyên Tifaqa Hilbijartinê yên Kurdistanê di pêvajoya hilbijartinê de tundî ji kî, ji kîjan aliyî bê bila bê; şermezarkirin, qebûlnekirin, pêşîgirtina bûyerê û ger ku qewimî be jî ji bo ku bûyer mezin nebe, ev hemû hevgirtî, li ser vê bingehê Metna Lihevkirina Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê destnîşan kirine.

Ti gengeşî, gelemşe û ti mebest vê hovîtiyê wekî mafekî nikare nîşan bide û nikare vê bûyerê bi aweyekî biçûk binirxîne. Lewra bûyerên wiha metirsiya birakûjiyê jî bi xwe re tîne û di vê serdemê de metirsiya herî mezin jî şerê navxweyî ye. Ji bo vê yekê divê kujer û kesên berpirsiyar li hember raya giştî ya Kurdistanê bête eşkere kirin.

Di rewşeke wiha de pêwîst e ku medyaya Kurdistanê jî bi hiş û mêjiyekî bi besîret tevbigere ku agahiyên rast bigihîne welatiyan û him jî ev tevgerandina medyayê barekî exlaqî, mîllî û berpirsiyareke dînî ye.

Şer û pevçûnên PKK û Hîzbullahê yên salên 90î bi ti şiklî di vê heyamê de êdî nayê domandin, HUDA-PAR û HDP jî hewceye ku xwe ji vî şerê qirêj yê berê dûr bidin. Ji lewra ti hiş û aqil wî şerê berê niha nikare dubare bike. Birakûjî qedexe ye, birakûjî heram e divê her dû aliyên siyasî jî vê yekê ji bîr nekin.

Ti hêcet, ti armanc û berjewendiyên partiyan şerê birakûjiyê mafdar nake.

Em wekî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ vê bûyera kambax bi tundî şermezar dikin, her dû aliyan bi bal aşîtî û aramiyê ve gazî dikin û ew hêza ku di destê medyayê de ye jî bila teqez fitnê belav nekin da ku şerê birakûjiyê li welatê me belav nebe.

Yên ku di vê êrîşa kambax de jiyana xwe ji dest dan Xwedayê Teala rehma xwe li wan bike, ji malbata wan û camîya HUDA-PAR'ê re jî dîsa Xweda sebrê bişîne.

 

Qehr li birakujiyê be!

 

Bijî biratiya gelê Kurdistanê!

 

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

 

30.05.2015, Diyarbekir