Malper > alak > Em êrişan şermezar dikin

Em êrişan şermezar dikin

 

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

 

Îro li Edeneyê û li Mêrsînê ji teref neyarên Kurdan li hember HDPê êriş hat kirin. Mixabin ev êrişên ku hatin kirin ne nû ne, bi awayekî sîstematîk li her derê tên kirin.

 

Dema ku Kurd dixwazin sîyaseta legal û meşrû bimeşînin her daîm bi êrişên hovane ku ji teref neyarên Kurd û Kurdistanê tên kirin rû bi rû dimînin.

 

Dewleta Tirkîyeyê ji hêlekî ve "pêvajoya aşitî û çareserîyê" dimeşîne û ji hêlekî ve jî dibe sedema atraksîyonên civakî yên ku Kurd bêçar dihêlin. Heta vê rojê tu hukûmetekî dewleta Tirkîyeyê li hember van êrişên hovane yên ku li miletê Kurd û partîyên Kurdan tên kirin çareserîyekî nedîtîye.

 

Ev bûyerên ku îro li bajarên Tirkîyeyê qewimîn nîşan dide ku armanc bêdenghiştina siyaseta Kurdan e. Xwestek ew e ku Kurd sîyaseta legal jî nemeşînin.

 

Ev bûyer dibe ku bi taybetî li hember partîyekî Kurdan çêbûbe lê bi awayekî gelemper li hember îradeya miletê Kurd çêbû.

 

Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / AZADÎ êrişên ku li Edeneyê û li Mêrsînê ji teref neyarên Kurdan hatine kirin bitundî şermezar dikin û ji Xwedê bo birîndaran şîfa dixwazin.

 

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê /
Hereketa AZADÎ