Malper > alak > Encamnameya Komxebata Ciwanan ya 2yemîn ya Bi Dildarên Hereketa AZADÎ Re

Encamnameya Komxebata Ciwanan ya 2yemîn ya Bi Dildarên Hereketa AZADÎ Re

 

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Em wekî ciwanên dildar yên Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ, me bi beşdarvanên hêja re ku ji bajarên cuda yên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê hatine di 25ê Avrêla 2015an de li paytexta Serhedê, li Wanê Komxebata Ciwanan ya 2yemîn ya Bi Dildarên Hereketa AZADÎ li dar xist û me di encama komxebatê de biryar da ku em xusûsên li jêr bi raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Cîhanê re parve bikin:

1-) Axa qedîm ya Kurdistanê; li Rojhilata Navîn di sedsala 15emîn de bi peymana Qesra Şêrîn û di sedsala 20emîn de jî bi peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê hate dabeş kirin û piştî vê dabeşkirinê gelê Kurd û Kurdistanê rastê polîtîkayên zilm, zordestî, bişavtin, înkar û îmhayê hatin û di encamê de hemû maf û azadiyên wan ên netewî/milî hatin xesp kirin. Em wek ciwanên dîndar yên Kurdistanê ‘’rastiya dabeşbûnê’’ ya Kurdistanê û ‘’konjonktura sosyo-polîtîk’’ ya her çar perçeyan digirin berçav û em wek Kurdistaniyan di wê baweriyê de ne ku; divê em di polîtîkaya hundirîn de bi tifaqek ku îtîdalê û mesleheta milî esas digire hereket bikin û di polîtîkaya derveyîn de jî divê em stratejî û polîtîkayên cuda yên ku ‘’bi konjonkturê re li hev dike’’ bi pêş bixin. Di vê çarçoveyê de; em êrîşên DAÎŞê şermezar dikin ku bi rêbazên wehşiyane û bi piştgiriya dijminên Kurdistanê êrîşê mileta Kurd û Kurdistanê dikin. Em hemû Kurdistaniyan û cîhana medenî li hemberî van êrîşan de’wetê helwest û têkoşînek hevpar dikin.

2-) Em wek ciwanên AZADÎ; ku xwe li ser mîrasa manewî ya Cemiyeta Azadî û Şehîd Şêx Seîd Efendî teşkîl dike, di wê baweriyê de ne ku reçeteya rizgariya Kurdistanê di fikiriyata Ehmedê Xanî, di fiîliyata Şêx Seîd Efendî û di dergaha umetê ya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî de ye. Bi şîara ‘’Bi Navê Xwedayê Rehman û Bi Sonda Azadîya Kurdistan”ê em di vê bawerîyê de ne ku ji bo îdraqa doza Kurdistanê divê em bi şuûra serdestkirin û hakimkirina kelama Xwedayê Teala tevbigerin. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê em di serî de girîngiyê didin rola ciwanên AZADÎ û bi gelemperî jî rola hemû ciwanên Kurdistanê ya têkoşîna siyasî û divê vê rola xwe di asta herî bilind de îcra bikin û di qada siyasî, aborî, felsefî, civakî, çandî û îlmî de aktîf bikin.

3-) Di tesewira jinê de çawa ku di navbera Rojhilata Navîn a Nûjen û serdema Cahiliyê de cudahiyek tune ye, her wisa nêrîna Şaristaniya Rojava jî li ser te’rîfa koletiya nûjen e. Her çiqas ji derve de cazîbedar were xuya jî di pratîkê de di navbera wan de ti cudahî tune ye. Bi taybetî li Tirkiyeyê ji aliyê rejîma Kemalîst a faşîst ve nasnameya dînî û milî ya jina Kurd hate binpêkirin; rastê îzolasyona derûnî, civakî, siyasî û aborî hatiye. Em dixwazin bidin nîşan ku di îdraqa civakî û siyasî ya AZADÎ’yê de; divê jinên Kurdistanê van hemû paradîgmayên teng û kone hilweşînin û vê berxwedanê bigihijînin têkoşîna qadên civakî û siyasî.

4-) Li Kurdistanê em nêrîna Îslamîtiya Tirk, Ereb û Farisan ya ku heqîqeta Kurdistanê bi mefhûmeya umetî ya netew-navendî ye, diniximîne red dikin, em deklere dikin ku mefhûmeya Tirkî, Erebî û Farisî me eleqeder nake û em nêrîna umetê ya Quranê referans digirin ku krîter, şert û pîvana wê jî di konsept, fikiriyat û perspektîfa Hereketa AZADÎ de heye. AZADÎ; berdewamkarê maqûl yê siyaseta xwendin a Kurdistanê û fêmkirina cîhanê ye û yê bîra têkoşîna dîrokî yê zindî ye. Ji bo ku heqîqeta sosyolojîk xwe eşkere bike divê piştgiriya AZADÎ were kirin; ji ber ku AZADÎ rastiya xwezayî û fitrî ya Kurdistanê ye.

5-) Em hemû aîdiyetên mezhebî, etnîkî û siyasî de’wet dikin ku li ser paydeya hevpar ya Kurdistanê li hev bikin û Kurdistanê bi tifaqê biparêzin. Muhafezekar, sekuler, sosyal-demokrat, lîberal, sosyalîst û hwd. ji kîjan bîrdozî an doktrînên siyasî tên bila werin, em ji hemû hereket û partiyên Kurdistanê dixwazin ku li gorî esasên ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê’ tevbigerin, rihê tifaqê berz bikin û ji bo têkoşîna milî tifaqên mayînde saz bikin. Em didin zanîn ku yek ji hevgirtiyên ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê’ Hereketa AZADÎ, bi hemû lijne û komîsyonên xwe bi ‘ezm û şewq dixebite û em dixwazin ku ev tifaqa bigihêje qadên berfirehtir.

Ji Raya Giştî re bi rêz û hurmet..