Malper > alak > Peyama 1ê Gulanê ya Roja Xebatkar û Kedkaran a Cîhanê

Peyama 1ê Gulanê ya Roja Xebatkar û Kedkaran a Cîhanê

Peyama 1ê Gulanê ya Roja Xebatkar û Kedkaran a Cîhanê

 

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

 

“ Bi rastî jî ew ê kar û kiryarê xwe paşê bibîne. ” Sûreya Necmê / 40

 

" Berîya ku xwedana xebatkaran zûha nebe, heqê wan bidin. " Hedîsê Şerîf

 

Di tarixê de her tim miletek li ser miletekê din, çînek li ser çînekê din, nasnameyek li ser nasnameyekê din, zayendek li ser zayendekê din zilm û zordarî ava kiriye.

Di tarixê de her pîrozbahî û şahîyek ê mezlûm û bindestan di bin zilma zaliman de bi xwinê hatiye şûştin. Hin caran jî mezlûm û bindestên cîhanê, ji bo ku zilma zaliman di heman rojê de bifetisînin rojên hovîtî û zilimdarîya zaliman ji xwe re kirine rojên pîroz û dîrokî. Roja Kedkarên Cîhanê jî yek ji van rojên dîrokî ye.

Agirî, Dêrsim, Helebçe, Şengal, Kobanê û Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Qazî Mihemed ( mixabin ) çawa ku mezlûmîyet û mexdûrîyeta miletê me tîne bîrê, di tevî mexdûrîyetan jî ‘eşq û daxwaza maf, dad û azadîyê anîye bîran. Roja Kedkarên Cîhanê jî yek ji van rojên dijwar e.

Bi vê wesîleyê em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ; Roja Kedkarên Cîhanê pîroz dikin, kedkarên mexdûr ku heqê wan hatiye xwarin bibîr tînin û em daxwaz dikin ku tarixa mezlûm û bindestan ber bi maf, dad û azadîyê ve bixemile.

Destê Xwedayê Te’ala li ser pişta mezlûm û mexdûran be.

Roja Xebatkar û Kedkarên Cîhanê ji hemû xebatkar û kedkaran re pîroz be!

 

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ