Malper > alak > Di nav başûr û bakurê Kurdistanê de bazirganî mafê Kurda ye û li ser axa xwe meşrû ye

Di nav başûr û bakurê Kurdistanê de bazirganî mafê Kurda ye û li ser axa xwe meşrû ye

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

 

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

 

Li Şirnexa Qilebanê, ji gundên Mergêh û Yekmalê 250 kes ji bo bazirganî û debara mala xwe çûbûn Başûrê Kurdistanê lê di vegerê de, di 20ê Avrêla 2015’an de ji aliyê Artêşa Tirk ve gule bi wan kesan de hat reşandin û 4 mirov bi wan guleyan birîndar bûn.

 

Ji wan birîndaran yek jê, birîna wî giran e û 250 mirovên din jî ji ber metirsiya Hêzên Çekdar yên Tirk hê jî li Başûrê Kurdistanê mane.

 

Wekî ku tê zanîn sînorên ku dagirkeran li nav kurdistanê ji ber xwe ve xêz kirine ji aliyê welatiyan ve bi awayekî defakto hatiye rakirin û bazirganiyeke berbiçav di nav Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de heye. Çiqas ku diçe dewleta Tirk zordariya xwe li ser serê wan herêmên nêzî sînor zêde dike. Di ser de jî êrîşî gundiyan dike, dixe zindanan, û carinan jî çav ditîrsîne, herî dawî jî 25 hêstirên gundiyan kuştibû.

 

Dewleta Tirk ne tenê bi êrîşên ser gundê Roboskiyê, li Agiriyê jî du welatiyên Kurdistanê qetil kiribû.

 

Divê Dewleta Tirk vê yekê baş bizane ku di nav başûr û bakurê Kurdistanê de bazirganî bi çi awayî dibe bila bibe, ew bazirganî mafê Kurda ye û li ser axa xwe meşrû ye. Yê nemeşrû û yê zordar Dewleta Tirke ku wan sînoran li axa Kurdistanê xistiye. Ev 90 sale ku Dewleta Tirk li ser Gelê Kurdistanê bi zilm û polîtîkayên dijminatiyê destên xwe yên qirêj avêtiye mal û milkan, dar û beran, û ajalên li ser axa Kurdistanê da ku nehêle li ser axa Kurdistanê ti jiyan û jîndarek bimîne.

 

Ji aliyekî ve bi gotina “Pêvajoya Çareseriyê” û ji aliyê din ve jî bi neyartîyeke hov durîtiya Dewleta Tirk dertê holê, lewra Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe dê di pêvajoya hilbijartinê de mafên Kurdan dîsa binpê bike.

 

Qaşo Dewleta Tirk bi Pêvajoya Çareseriyê dixwest ku tundiyê ji holê rake, lêbelê bi van operesyon û êrîşan him Pêvajoya Çareseriyê xerab dike û him jî provakasyonan li herêmê zêde dike. Çiqas ku em nêzîkî hilbijartinê dibin dewleta Tirk dixwaze ku atmosfera siyasî ya asayî xerab bike lê divê heta hilbijartinê bi hişyarî bêhereketkirin û xebatê hilbijartinê jî bi şiklekî asayî bê meşandin.

 

Dewleta Tirk diviyabû ku ji Komkujiya Roboskiyê şerm bikira lê niha dixwaze ku wê komkujiyê wekî tirsekê li nav miletê Kurdistanê belav bike. Bi taybetî herêma Roboskiyê ji ber zilm û kontroleke derasayî bûye wekî zindaneke asayî; mixabin ev jî ji pêparmayîna statuyeke milî ye.

 

Em wek Hereketa AZADî êrîşên li ser miletê Kurdistanê ti car qebûl nakin û em ê her car neheq bibînin. Em ji bo birîndaran ji Xweda Teala şîfaya xêrê dixwazin. Herwiha divê ku bi lez û bez welatiyên ku li Başûrê Kurdistanê neçar mane, bi selametî bigihîjin cihê xwe.

 

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ