Malper > Daxuyanîyên Çapemenîyê > PEYAMA ŞERMEZARKIRIN Û SERSAXIYÊ JI BO TEQÎNA KOBANÊ’YÊ

PEYAMA ŞERMEZARKIRIN Û SERSAXIYÊ JI BO TEQÎNA KOBANÊ’YÊ


 

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
 
Mixabin îro serê sibê li Kobanê’yê êrîşa xwekujî ya DAIŞê ya ku bûye sedema mirin û birîndariya hin sivîlên Kurd ku em gelek xemgîn kirine em  bi tundî rûreş û şermezar dikin. Leneta Xwedê li ser wan kujer û qatilan be.
 
Bi vê minasebetê em wek Hereketa AZADÎ sersaxiyê didin malbatên şehîdan, Rehma Xwedayê Teala li ser ruhê wan be. Her dîsa ji bo birîndaran jî em bi lezgînî şifaya xêrê ji Xwedayê aleman dixwazin. Serê milletê Kurd û Kurdistanê sax be.
 
Em hêvî dikin ku hêzên Kurdistanê wekî Pêşmerge û şervanên YPGê yên qehreman bi baldarîtir axa Kurdistana pîroz û miletê Kurdistanê biparêze û DAIŞa hov û le’netî di demek lez û bez de ji Kurdistanê derxîne. Xwedayê Teala bibe alîkarê van qehremana.
 
Tu Her Hebî Yekîtî û Biratiya Gelê Kurdistanê!
 
Ji Bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ
 
Amed / Diyarbekir   
 
 29.11.2014